ÎHD: Ya ku li Sakaryayê hate kirin êrîşek nîjadperestî ye

  • rojane
  • 15:13 27 Kanûn 2018
  • |
img

STENBOL - ÎHD'ê rapora xwe ya li ser cînayeta nîjadperestî ya li Sakaryayê eşkere kir. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn got ya ku hatiye kirin êrîşeke nîjadperestî ye.

 
Komîsyona li dijî Cihêkarî û Nîjadperestiyê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) serdana malbata Kadîr Sakçi yê di 16'ê Kanûnê de li Sakaryayê ji ber êrîşa nîjadperestî jiyana xwe ji dest da û kurê wî Bûrhan Sakçi bi giranî birîndar bû kir. 
 
Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, parêzerên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Veysî Eskî û Bulent Yaşa, ji Komîsyona li dijî Cihêkarî û Nîjadperestiyê ya ÎHD'ê Meral Çildir li ser mijarê li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Eren Keskîn di civînê de axivî û rapor aşkere kir. 
 
Keskîn diyar kir ku malbata Sakçi beriya 30 salan ji ber şert û mercên giran ên jiyanê ji Mûşê koçî navçeya Hendek a Sakaryayê kir û li gorî gotinên malbatê bêyî hewcedarî kesî bin li navçeyê dijîn.
 
'PIŞTÎ KU GOTIN EW KURD IN...'
 
Keskîn got 25'ê Kanûnê ew çûne serdana malbatê û rapora xwe ya li ser cînayetê amade kirin e. 
 
Keskîn wiha raporê aşkere kir:
 
"Bi navê malbatê, kekê Kadîr Sakçi Fahrettîn Sakçi agahî da heyeta me. Li gorî gotinên ji heyeta me re hatin gotin, bûyer bi vî rengî qewimî: 16'ê Kanûnê saet 19:45'an Kadîr Sakçi û kurê wî li navçeya Hendekê dema vedigeriyan mala xwe, li ber qehweyê ji aliyê kesekî ve hatin sekinandin. Êrîşkar Hîkmet Ûsta dengê xwe li Kadîr Sakçi û kurê wî bilind kir û pirsa 'Hûn Sûriyeyî ne?' li wan kir. Kadîr Sakçi jî got, 'Na, em Kurd in'. Li ser vê yekê êrîşkar destpêkê sixêf li wan kir û piştre jî 7 caran gule berda Kadîr Sakçi û kurê wî. Guleyek li binê dilê Kadîr Sakçi ket û yek jî li aliyê rastê yê zikê kurê wî ket. Birîndar rakirin nexweşxaneyê. Bersûc Hîkmet Ûsa bi alîkariya kesekî ji cihê bûyerê reviya. Hîkmet Ûsta ku bi alîkariya kesê bi navê R.E. reviya, li Bûrsayê hate girtin. Kadîr Sakçi jî jiyana xwe ji dest da.
 
Li gorî çavdêriyên me, bersûs li dozgeriyê di îfadeya xwe de got, 'Dema ku min pirsî 'Hûn Sûriyeyî ne', gotin, 'Na, em Kurd in, em qet ji Tirkan jî hez nakin'. Ez jî gelekî hêrs bûm û min gule berda wan...' Bersûc Hîkmet Ûsta piştî îfadeyê hate girtin. Lê belê kesê ku tê gotin alîkarî daye wî ji bo bireve û li Bûrsayê pê re hate girtin, tevî daxwaza dozgeriyê ya ji bo girtinê, ji aliyê dadger ve bi şertê kontrola edlî hate berdan. Fahrettîn Sakçi bi navê malbata mexdûr agahî da û got, 'Eger bersûc em bûna, ya jî me alîkarî dabûya kujer, em ê bi malbatî bihatina girtin'. Sakçi nerazîbûn nîşanî berdana R.E. da."
 
'DI KÎJAN CÎNAYETA SERXWEŞEKÎ DE MALBATÊ ZIYARET DIKIN?'
 
Keskîn anî ziman ku piştî ku bûyer li nava raya giştî hate bihîstin gelek rayedarên dewletê serdana malbatê kirin û wiha got: "Ji bilî dozger, hemû rayedarên dewletê yên bi malbatê re axivîn, ji wan re gotin, 'bûyer ne mêrkujiyeke nîjadperestî ye. Nehêlin ku we bi kar bînin'. Em kesî bi kar nînin. Em aliyê nîjadperestî yê polîtîkaya fermî ya Îttîhatperest a Tirk-Sûnî Misilman baş dinasin. Em zanin ku li vê erdnîgariyê nîjadperestî tê kirin. Bi navê Komîsyona li dijî Cihêkarî û Nîjadperestiyê ya ÎHD'ê, ji bo em parêzeriya malbatê bikin me hevdîtin kir û wekaletnameya malbatê girtin. Li gorî çavdêriyên me yên di dema hevdîtinê de, bûyer 'cînayeteke nefretê ye ya li ser bingeha nîjadperestiyê hatiye kirin'. Em, parêzvanên mafên mirovan ku bi salan e hewl didin li ber cihêkarî û nîjadperestiyê rabin, yên ku bingehê ji êrîşên nîjadperestiyê re amade dikin, polîtîkaya siyasî ya 'serdstiya Tirk' e."
 
Keskîn di dawiya axaftina xwe de got: "Eger ev yek bi rastî jî cînayeteke serxweşekî be ku bi vî rengî tê nîşandan, çima ji walî heta qeymeqam, midûrê emniyetê, fermandar û serşêwirmendê serokkomar serdana malbatê dikin... Biryara nepenîtiyê ya li ser dosyayê, serdana rayedarên payebilind rastiya bûyerê bi zelalî radixe pêş çavan."
 
RAPOR: ÊRÎŞEKE NÎJADPERESTÎ YE
 
Di beşa encamê ya raporê de hate gotin Komîsyona li dijî Cihêkarî û Nîjadperestiyê ya ÎHD'ê tespît kiriye ku êrîşa 16'ê Kanûnê ya li Sakaryayê êrîşeke nîjadperestî ye û wê heta dawiyê bûyerê bişopînin. Hate ragihandin ku ÎHD wê li dadgeriyê wekîliya malbatê bike.

Sernavên din

29/12/2018
10:09 Şovalyeyên keda 2018’an berxwedana xwe dê di sala nû de jî bidomînin
09:58 Di 7 salên bêedalet derbas bûn de, êşên xwe bi kevirê goran derbas kirin
09:25 Qeyûm 14 erseyên şaredariyê difiroşe
09:24 Pêşnûmaya zimanê zikmakî ya HDP'ê: Li gorî serdam 26'an guncav bû, lê li gorî ya 27'an ne guncav e
09:23 Rojê tenê tasek ava bi şekir û lîmonê didin girtiyê di hucreyê de
09:23 Ozsoy: Eger Tirkiye êrîş bike wê têkeve nav çiravê
09:22 'Gel dê panzêrên li ber şaredariyê rake'
09:21 Topûz: Çapemenî veguheriye amûra propagandaya îktîdarê
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2018'AN
28/12/2018
21:02 Dayika Aştiyê Meryem Ozcan jiyana xwe ji dest da
20:10 Fîgen Yuksekdag dest bi greva birçîbûnê kir
16:41 Dayikên Aştiyê: Tecrîdê rakin bila şer bi dawî bibe
16:31 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
16:08 Bîranîna Tahîr Elçî birin Roboskî: Heta kujer bên darizandin em ê têbikoşin
15:53 DTO ji bo girtiyên di grevê de muayene bikin bi dozger re hevdîtin kirin
15:51 Girtiyê li Panosê: Her şev bi ser qawîşên me de digirin
15:15 Rêyên 292 gund û gomên Colemêrgê ji ber berfa zêde hatin girtin
15:14 Li Edenê ji jinên girtî re kartên sersalê şandin
15:07 ‘Em ê pêşiya Komkujiya Roboskî bernedin’
14:34 Buldan: Qatil diyar in
14:21 Kordînasyona piştevaniya grevên birçîbûnê hat avakirin
Turkdogan: Divê bêhiqûqiya li Îmraliyê bê rakirin
13:49 Namzetê HDP'ê Bîlgen: Em ê li Qersê rêça şêwrê bidomînin
13:48 Malbatên Roboskî: Ji bo edaletê em ji nû ve dest bi her tiştî bikin
12:50 YPG’ê banga Minbicê li hikumeta Sûriyeyê kir
12:12 Dozger xwest Parlamenter Aydenîz bê girtin
11:55 Di salvegera 7'emîn de li Roboskiyê êş û hêrs serdest e
11:30 Di salvgera komkujiyê de der barê Encu de doz hat vekirin
10:45 'Serlêdana jinan veguherî çalakiyek rengîn’
10:13 KCD: Li xwe mikur hatin jî lê kes nehatiye darizandin
09:44 Unsal: Sedsal nikare kurdan tune bihesibîne û kurd jî vê qebûl nakin
09:26 Bi hinceta wê di rojnameya hatiye girtin nivîskariyê bike hat girtin
09:24 Li Sûrê stûnên dîrokî di çêkirina avahiyên nû de tên bikaranîn
09:24 Aborîzan Tanyilmaz: Wê şer krîza aborî kûrtir bike
09:22 Projeya bi milyonan hat çêkirin berba bû!
09:21 Nêçîrvan ew birîndar kir, ew jî wê derman dikin
09:20 'Roj heye tenê heqê nan bi dest min dikeve'
09:20 Li hemamê ji ber bi kurdî axivî telak bi lûfkirinê ew derb kir
09:09 Rektorê El-Kamil fi’t-Tarihê tehrîf kir hîn jî bêdeng e
Farqînî: Bi vê dixwazin di dîrokê de ji kurdan tu şop nemîne
09:08 Ji kundiran hunera awarte
09:07 Heskîf reng û ruyê xwe yê dîrokî winda kir
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2018'AN
27/12/2018
17:33 Temellî: Bêyî derengbûnê em deng bidin dengê Leyla Guve
16:17 Di konferansa Jinan a Minbîcê de berxwedana jinan hat nirxandin
16:07 Li Dersimê rêya 222 gundan hat girtin
16:03 Rêxistinên Civakî yên Wanê: Beriya dereng bimîne gavan bavêjin
15:25 DEDEF: Bila Serokê me yê Giştî Alî Haydar Ben bê berdan
15:13 ÎHD: Ya ku li Sakaryayê hate kirin êrîşek nîjadperestî ye
15:05 Parêzeran dawî li Nobeta Edaletê anî
15:02 Hekîm parastinê dikin: Em dê parastina aştiyê bidomînin
14:57 'Faîlên Roboskî derbixin holê'
14:13 Di lêpirsîna li dijî 170 navan de geşedanek suprîz
14:08 Zilamê ku hevjîna xwe kuşt parastina tê zanîn kir
13:36 1'emin Konferansa Jinan a Minbicê dest pê kir
13:18 Çalakiya Leyla Guven di roja 50’emîn de berdewam dike
13:17 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
13:13 Bijîşkên tên darizandin: Me rêgezên gerdûnî parast
12:58 Li Girtîgeha Antalya îdîaya şewbê
11:18 Turkdogan: Dozger xwe tekzip kir
10:46 Encu ji bo Roboskî bang piştevaniyê kir
10:26 Girtiyên li Kirikkale greva xwe vediguherînin bêdawî û bêdorveger
10:09 Li Amedê di sektora înşeatê de ji sedî 53 kêmbûn çêbû
09:30 'Tirkiye pişta xwe dide eşîrên herêmê'
09:21 ‘Ger daxwaza me neyê qebûlkirin em ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem bikin'
09:20 Tevî heywanên xwe di axure de dijî
09:19 Arslan: Qeyûm deynan taloqî piştî 2019'an dikin
09:18 Ji ber baranê nikarin garis û pemboyê xwe biçinin
09:18 Girtîgehê ji bo pêdiviyên girtiyan 'kota' diyar kir
09:17 AYM'ê bêyî hinceta serlêdana li Îmraliyê red kir
09:16 'Em ê di 31'ê Adarê de nîşan bidin ka îrade çî ye'
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2018'AN
08:37 Qedexeya li 7 gundên Licê rabûn
08:20 Li 14 bajaran ji ber barîna berfê dibistan ketin betlanê
26/12/2018
18:11 14 xizmetkarên tenduristiyê ji 'Doza Ambulansê ya Cizîrê' beraet kirin
17:18 5 girtiyên din dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin
16:35 Destûr nedan daxuyaniya endamên PSAKD’ê
16:28 Jinan karkerên Flormarê ziyaret kirin
16:01 Bav û kurek li Sîlopî hatin girtin
15:51 Rêveberiya Sivîl a Tebqa: Piştî biryara Trump çalakiyên DAIŞ`ê zêde bûn
15:45 Bûldan: Daxwaza Guven daxwazên Kurdane
15:33 Li 4 girtîgehan 13 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
15:31 Beriya 'Doza Ambulansê ya Cizîrê' bang kirin: Ev doz bê hukum e
15:04 Li Wêranşarê jinek hat kuştin
13:50 Meclîsa Bakurê Sûriye: Heke Tirkiye êrîş bike dê DAIŞ dîsa xurt bibe
13:39 Li Edeneyê jinek bi îşkenceyê hat kuştin
13:21 Qedexeya herî dirêj a cîhanê bir Meclîsê
13:18 Ebû El-Erac: Gelê Minbiçê dest ji axa xwe berneda û bernade
12:49 ‘Zarokên li Girtîgeha Sincanê berî bûyerê rastî ledana gardiyanan hatibûn'
12:41 Leyla Guven nehat berdan
12:41 Dozger ji rojnameger Kobulan re ceza xwest
12:13 Çalakgerên greva birçîbûnê hatin derpkirin: Dengê me bibihîsin
11:54 4 girtiyên jin li Burhaniyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin
11:53 Danişîna Leyla Guven dest pê kir
11:52 Parazvana aştiyê ya berxwedêr: Hedlê Ogur
11:46 Li Sîncanê 3 jinan dest bi çalakiya greva bêdawî kir
11:42 Li Minbicê asayîş berkemal e!
10:58 Daxwaza hevdîtina 775’emîn jî hat redkirin
10:51 Kanar ê ji sedî 92 astengdar e û di 'Hepsa malê' de ye 21 meh in nayê dermankirin
10:47 HDP’ê banga qeydê li hilbijêran kir: Dengek dikare encamê biguherîne
10:23 Li Licê piştî rojekê dîsa derketina derve hatin qedexekirin
10:18 Taşdemîr: Em ê feraseta şaredarîtiya jinê veguhezînin eniya Tirkiyeyê jî