STENBOL – Nobeta Edaletê ya parêzeran ji bo hempîşeyên xwe girtî digirtin di hefteya 85’emîn de bi dawî kirin.
Parêzeran li Stenbolê bi daxwaza hevalên wan ên girtî bên berdan di 6’ê Nîsana 2017’a de li ber Dadgeha Çaglayana Stenbolê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Parêzeran li ber Dadgeha Çaglayanê di hefteya 85’emîn de Nobeta Edaletê li dar xistin û pişt re dawî li çalakiya xwe anîn. Parêzeran kêliyek li ber Peykerê Themîs ê li hundirê Edliyê nobet girtin û piştî wêneyê bîranînê kişandin li ber deriyê C daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin.
Parlamenterên HDP’ê Zuleyha Gulum, Oya Ersoy û Fîlîz Kerestecîoglu beşdarî nobetê bûn û çalakvanan pankarta “Ji her kesî re edalet” vekirin.
‘NOBET XELAS BIBE JÎ LÊ TÊKOŞÎN XELAS NABE’
Parêzer Kemal Aytaç daxuyanî da û diyar kir ku ew hatin dawiya Nobeta Edaletê ya ji 6’ê Nîsana 2017’an ve digirin û got: “85 hefte bênavber me Nobeta Edaletê li dar xist. Her çiqas em Nobeta Edaletê bi dawî bikin jî lê wê têkoşîna me ya li dijî bêhiqûqî, bêedaletî û muameleya kêfî de bi dawî nebe. Em gelek caran bi êrîşên polîsan re rû bi rû man. Lê me tu demê gav paş de neavêt. Me hiqûq û edaletê parast. Me hevalên xwe girtî parast. Lê mixabin li Tirkiyeyê di beşa darazê de darezek serbixwe nîne. Em ê tevî hemû bêhiqûqiyan jî li her qadê têkoşîna xwe ya edaletê dom bikin.”
Parêzeran piştî daxuyaniyê nepoxan firandin asîmanan û çalakiya xwe bi dirûşma “Maf, hiqûq û edalet” bi dawî kirin.