ENQERE - Hekîmên ku gotin “Şer pirsgirêka tenduristiya gel e" hatin darizandin, li dadgehê parastina xwe berdewam dikin. Hekîman diyar kirin ku ew dê parastiya aştiyê berdewam bikin. Parêzeran jî diyar kirin ku daxwaza aştiyê ne sûc e û ew jî li pişt van daxwazan in."
Piştî operasyona li dijî Efrînê ya 20'ê Çileya 2018'an Konseya Navendi ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) daxuyaniya “Şer pirsgirêka tenduristiya gel e" dan, hatibûn binçavkirin û doz li wan hatibû vekirin. Danişina doza Endamên Konseya Navendî ya TTB'ê li 32’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Endama Konseya navendî ya TTB'ê ya berê Dr. Hande Arpat, diyar kir ku wan tenduristiya jin û zarokan li ber çavan girt û ev daxuyanî dan û wiha got: "Min di jiyana xwe de qet rêxistinên terorê ne parastin. Her em ez li dijî DAIŞ'ê rawestiyam. Vîdeoyên der barê DAİŞ’ê ku min parve kirin, wekî propaganda rêxistinê hatiye hemberî min. Ez wekî hekîmekê dixwazim hemû cureyên şer û tundiyê bi dawî bibin.
‘BERÎ HER TIŞTÎ TARÎ RONÎ DIBE
Endamê Navenda Konseya TTB'ê Yaşar Ulutaş jî diyar kir ku wan duh tenduristî û aştî parastibû û wiha got: "Niha şer bi hemû hêza xwe bandora xwe nîşan dide. Li dibistanê mamoste, li nexweşxaneyan hekîm, li dadgehê parêzer rastî tundiyê tên. Li Sûriye ya ciranê me, ji ber geşedanan me 3,5 milyon welatiyên Sûriye kirine penaber. Şer ne tenê di nava dewletan de pêk tê. Şer li wargehan pêk tê û zarok tên kuştin. Tu têkiliya min bi tu rêxistinan tune ye. Her dem li dijî terorê rawestiya me. Dîrok her dem rastî û heq dinivîse. Ne ji TTB’ê û ne jî ji me rêxistina dijzagonî dernakeve.
EZ DÊ HER DEM AŞTIYÊ BIPARÊZIM
Endama MYK'ê ya TTB'ê Selma Gungor jî anî ziman ku parastina aştiyê ne sûc e û dê her dem aştiyê biparêze û wiha got: "Hekîm xwe hekîmê hemû mirovan dibînin. Li hemberî mirovan berpirsiyariya me heye. Birîndarên ku me derman kirin ji bo bên kuştin û bikujin birîndar bubûn. Em hêj şahide koçberan in. Ji ber vê yekê şer pirsgirêka tunduristiya civakî ye. Jiyana aştiyê mafekî jiyanî ye. Tu craî dest ji daxwaza aştiyê bernadim. Niha gelek girtî ji mafê xwe yê tenduristiyê bêpar in.
Parêzer û nûnerên baroyên hatin tev li danişinê bûn jî parastin kirin û diyar kirin ku daxwaz û parastina aştiyê ne sûc e.