AMED - ÎHD û TÎHV’ê ji bo faîlên Komkujiya Roboskî derbixin holê bang li desthilatdariyê kirin û gotin: “Ev komkujî sûçeke li dijî mirovahiyê ye û divê bi vî awayî bê qebûl kirin.”
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Amedê, bi boneya salvegera 7’emîn a Komkujiya Roboskî, li avahiya ÎHD’ê civîna çapemeniyê pêk anî. Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Prz. Hasan Yalçin di civînê de daxuyanî da û wiha axivî: “Di Komkujiya Roboskî de 19 jê zarok 34 sîvîl hatin kuştin. Divê ji faîlên komkujiyê hesap bên pirsîn. Heqîqet tu carî bi kiryarên erkên siyasî û darazê nayê veşartin.
‘KOMKUJÎ DI HIŞÊ MIROVAN DE HÎNA JÎ ZINDIYE’
Yalçin, diyar kir ku bi dehan cenazeyên mirovên dinava betaniyan de pêçayî yên li ser pişta hêstiran hîna jî di hişê mirovan de zindiye û wiha got: “Ji dîroka komkujiyê û vir ve li ser Roboskiyan zext û êrîş hene. Lê ligel vê jî, bê navber çalakiyên xwe berdewam kirin. Dinava 7 salan de, ji ber operasyonên leşkerî, hêzên ewlekariyê karên xwe yên bombebarkirinê tim dewam kirin. Dîsan gelek, zozan, gom, herêm û qadên girêdayî Roboskî hatin qedexekirin û ji ber herêmên ewlehiya taybet gundiyan di warê aborî de zirarek mezin dîtin û hîna jî dibînin.”
‘DMME, ÊŞA DI WIJDANAN DE ZÊDETIR KIR’
Yalçin, da zanîn ku malbatên kesên di komkujiyê hatin qetilekirin piştî hemû rêyên hiqûqî yên navxweyî bi dawî bûn ser li Dadgeah Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dan û wiha bilêv kir: “DMME bi biryara da dîsan êşa di wijdana mirovan de zêdetir kir.”
BANG LI DESTHILATDARIYA SIYASÎ KIRIN
Yalçin, di dawiya axaftina xwe bang li desthilatdariya siyasî kir û wiha got: “Ji bo heqîqeta Komkujiya Roboskî derbixin holê, em bang li desthilatdariya siyasî û dewletê dikin ku berpirsiyartiya xwe bînin cih. Divê faîl bên dîtin û darizandin û êdî dawî li polîtîkayên bêceza hiştinê bên anîn. Ji bo ku ev sûcê li dijî mirovahiyê hat kirin bê qebûlkirin û malbat bigihin edaleta ku dixwazin, divê hemû astengî ji holê bên rakirin û rastî derbikeve holê.”