MINBIC - Li Minbicê 1'emîn Konferansa Meclisa Jinan a Minbicê bi dirûşmeya "Jinên birêxistinkirî mîsogeriya Sûriyeke demokratîk e" dest pê kir.
Li bajarê Minbicê bi dirûşmeya "Jinên birêxistinkirî mîsogeriya Sûriyeke demokratîk e" 1'emîn Konferansa Meclisa Jinên Minbicê dest pê kir. Konferans li Salona Civînan a Meclisa Zagonsaz pêk hat. Şandeyên ji Meclisa Jinên Sûriyeyê, Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û bi sedan jinên bajarê Minbicê û gundewarên wê tev li konferansê bûn. Salona konferansê bi pankartên "Serdema 21`an dê bibe serdema jinan”, “Vîna me ji gefên we xurttir in” û “Bi yekitiya jinan yekitiya gelan dest pê dike" hat xemilandin.
Beriya konferans dest pê bike dayik û hevjînin şehîdan find pê xistin.