AMED - Çalakî û berxwedana Hevseroka KCD'ê ya Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiriye di roja 50’emîn de berdewam dike. Prz. Cemile Turhallı Balsak, diyar kir ku ji ber Guven got 'Ez bêm berdan jî ez dê çalakiya xwe ya grevê li derve jî berdewam bikin' nehat berdan.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike û dawî li tecrîdkirinê bê di 8'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kir. Çalakî û berxwedana Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Ocalan di roja 50'emîn de li Girtîgeha Tîpa E ya Jinan a Amedê berdewam dike. Duh 4'emîn danişîna doza Guven li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. Heyeta dadgehê carek din biryara berdewama girtina Guven da. Di 29'ê Hezîranê de heyeta dadgehê biryara berdanê dabû. Lê li ser îtirazê heyeta dadgehê dîsa biryara berdewama Guven dabû. Bêyî ku Guven serbest bê berdan heyeta dadgehê dîsa der barê Guven de biryara girtinê da.
Parêzerên Guven anî ziman ku dadgeha bilind ji bo wekîlê CHP’ê Enis Berberoglu biryara beraete da, lê îtîraza Leyla Guven red kirin û wiha got: "Di danişîna 4'emîn de Serokê heyeta dadgeha berê ku der barê Guven de biryara tahliyê da hat guhertin. Hem heyeta dadgehê hat guhertin û hem jî li salona 154 siyasetmedarên kurd ku ji doza "Sereke ya KCK'ê tên darizandin û Guven jî di nava wan de ye hat dîtin.
NE TESADUF E
Parêzera Guven Cemile Turhallı Balsak, diyar kir ku 4'emîn danişina doza Guven li salona ku 154 siyasetmedarên kurd ên ji “Doza KCK'ê ya Sereke" tên darizandin hat dîtin û wiha got: “Salonên sporê an jî salonên mezin ya ji bo darizandinên herhemên darbeyan, an jî bi armanca muxalefetên civakî darizîne tên avakirin. Her çend bi armanca parêzer û ziyaretan pêşwazî bike jî rastiyê naguherîne. Heyetê der barê Guven de berdewama girtinê da. Ji ber ku Guven got 'Ez bêm berdan jî ez dê çalakî û berxwedana xwe berdewam bikin. Ji ber vê yekê nehat berdan. Guven ne şexsek e tê darizandin. Nûnera civaka muxalefet e tê darizandin. Di doza Demirtaş de Dadgeha Mafên mirovan a Ewropa (DMME) dadgehên Tirkiye mahmuk kirin. Biryara dadgehê nişan dide ku daxwazên Leyla Guven daxwazên civakê ne. Daxwaza Guven daxwaza teqez rakirina tecrîda civakî ye. Piştî Guven got 'Ez dê li derve jî çalakiya xwe berdewam bikin' biryara berdewama girtinê dan.
TENDURISTIYA WÊ BER BI XERABIYÊ VE DIÇE
Guven di roja 50'emin de çalakiya berxwedanê ya li dijî tecrîdê berdewam dike. Guven bi nexweşiya “Hipofiz Adenomu” ye. Dema Guven van dermanan bikar tîne divê bi zikê têr îlacan bixwe. Ger ku Guven van dermanan nexwe rîsta wê ya jiyanî zêde dibe. Ji ber ku Guven derman naxwe, êdî ronahiya çavê wê jî kêm dibe. Ji ber ku Guven dermankirinê qebûl nake, nayê zanîn ku rewşa tenduristiya wê di çi halî de ye. Ji ber ku Guven 50 rojin di çalakiyê de ye tenduristiya wê jî ber bi rewşek xerab ve diçe.
Keça Leyla Guven Sabiha Temizkan jî diyar kir ku dayika wê jiyana xwe diyarî aştiyê kiriye û wiha got: "Ez der barê tenduristiya dayika xwe de bi fikar im. Dayika min di hemû temenê xwe de ji bo aştiyê têkoşiya. Ji ber ez keça dayikek wisa me pir kêfxweş im. Îkdîdar der barê çalakî û daxwazên dayika min de bêdeng e. Lê dayika min di daxwazên xwe de bi biryar e. Ji ber ku di daxwazên xwe de mafdar e. Dayika min dixwaze tecrîd bi dawî bibe û mafên zagonî û mirovî bên dayîn. Ez hewl didim dengê dayika xwe bidim bihîstin. Dayika min her dem dibêje 'Ji bîr neke her tişt dê ji berê xweştir bin' Ev gotina wê bêtir hêzê dide min."