ENQERE – Danişîna 11 rêveberên Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk ku ji daxuyaniya ji bo Efrînê tên darizandin dest pê kir. Bijîşkan di parastina xwe de got şer qanûnek tebîatê ye û wan bi daxuyaniya xwe rêgezên gerdûnî parastiye.
Rêveberên Yekîtiya Bijîşkên Tirk (YBT) di dema operasyona li dijî Efrînê daxuyaniyek dabûn û gotibûn “Şer pirsgirêka tenduristiya gelekî ye.” Piştî vê daxuyaniyê doz li rêveberên YBT’ê hatibû vekirin. Danişîna ewil a doza bijîşkan li 32’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat destpêkirin. 11 bijîşk bi îdiayên “Gel tehrîkî kîn û dijminiyê dikin” û “Propaganda rêxistinê kirine” tên darizandin beşdarî dozê bûn. Gele hevserok, serok, nûner û rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî dozê bûn û danişînê dişopînin.
Piştî tespîta nasnameyan parastinê dest pê kir. Ewil Serokê Konseya Navendî ya YBT’ê Prof. Dr. Raşît Tukel parastina xwe kir. Tukel bi bîr xist ku ji ber wan gotiye şer pirsgirêka tenduristiya gelekî ye tên darizandin. Tukel der barê xebatên YBT’ê yên şer û koçberiyê de agahî dan û got: “Ji bo em tenduristiya civakî diparêzin em dibêjin aştî.”
‘EM XWEDÎ LI RÊGEZÊN GERDÛNÎ DERKETIN’
Tukel anî ziman ku ew xwedî li rêgezîn hekîmiya gerdûnî derketine û got: “Xwedî derketina pirsgirêkên tenduristiyê peywîra me ye. Daxuyaniya me tenê ne ji bo cihekî bû, zanyariyek gerdûnî tê de hebû. Me vê daxuyaniyê li gorî rêgezên em girêdayî ne dabû. Me gelek caran heman daxuyaniyan da. Hekîm çareseriyek bêçek dixwazin. Daxuyaniyên me ji bo jiyanek aştiyane bê avakirin tên dayîn. Divê ev daxuyanî di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê de bê nirxandin.”
‘EM NIKARIN JI ŞER RE BÊDENG BIMÎNIN’
EndamÊ Konseya Navendî ya YBT’ê Prof. Dr. Taner Goren jî got: “Ji bo ez jiyana mirovan re di asta herî jor de rêz bigirim min sond xwaribû. Parastina mafên tenduristiya gel û hişyariya li dijî şer peywîra me ya sereke ye. Em nikarin li dijî şer bêdeng bimînin. Ez dîsa dibêjin şer pirsgirêka tenduristiya gelekî ye. Min ji bo vê daxuyaniyê sûc nekiriye û berata xwe dixwazim.”
‘EM LI DIJÎ ŞERÊ JIYANA GEL XERA BIKE DERKETIN’
Seroka Odeya Bijîşkan a Îzmîrê Funda Obuz jî da zanîn ku ew li dijî her cûre şidetê ne û got: “Em li dijî şertên tenduristiya civakê xera dike derdikevin û em ê derkevin jî.”
‘DI DÎROKA WELÊT DE YEKEMÎN E’
Endamê Konseya Navendî ya YBT’ê Dr. Şeyhmus Gokalp jî destnîşan kir ku ew bi awayek li dijî hiqûqê û qanûnan hatine binçavkirin û tên darizandin û got: “Serdegirtina avahiya me ya navendî di dîroka welêt de yekemîn e. Daxwaza me parastina mafê jiyana mirovan e. Hekîm neçarin li dijî şerê çekdarî helwesta xwe bidin nîşandan. Em li dijî her faktorê jiyana mirovan dixe talûkeyê derdikevin. Parvekirinên min ên medya civakî jî şidetê bi xwe re nayne û ew ramanên min ku min şer rexne kirin e.”
‘ŞER NE TEBÎATA QANÛNÊ YE’
Dr. Ayfer Horasan jî wiha got: “Helbet hêza dê rojek heqîqet derkeve holê heye. Em ê her tim aştiyê daxwaz bikin. Em her tim bêjin ku şer ne tebîata qanûnek şer e. Heke em wek hekîman li ser vê axê bêjin şer tenduristiya mirovan xera dike, helbet bi xwe re hêviya aştiyek mayînde tîne.”
‘EM FERMANÊ JI KESÎ NAGIRIN, EM QASIDÊN AŞTIYÊ NE’
Sekreterê Giştî yê YBT’ê Bulent Nazim Yilmaz jî got ew piştî daxuyaniya xwe ji aliyê rêveberên welêt ve hedef hatine nîşandan. Yilmaz diyar kir ku angaştname ji rastiyê dûr e û hekîm li dijî şerên ku zerarê bide gel û parastina tenduristiya civakê bikin hene. Yilmaz anî ziman ku hekîm neçarin alîgirên parastina jiyanê bin û pîşeya wan vê yekê ferman dike. Yilmaz da zanîn ku heta hesabên bankayê yên malbata wî jî hatiye lêkolînkirin û got: “Di angaştnameyê de tê gotin ku em fermanê ji hin partiyên siyasî digirin. YBT ne saziyek ku ji tu kesî û partiyên siyasî fermanê bistîne ye. Em hezkiriyên azadiyê, serbixwebûnê û zanistê ne. Hekîm qasidên aştiyek xwezayî ne.”
Danişin didome.