ANTALYA - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê, diyar kirin ku ji ber nexweşiyek şewbê, serê wan bi dijwarî diêşe û ji hişê xwe diçin. Rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li ser alîkarî xwestina girtiyan, dan zanîn ku dê di demek herî nêz de şanedeyekê bişînin girtîgehê.
Hat îdîakirin ku li Girtîgeha Tîpa L a Alanya nexweşiyek şewbê pêş ketiye. Mesût Canbey ê li girtîgehê dimîne, bi rêya telefonê duh bi malbata xwe re axivî û derbarê rewşa xwe de agahî da.
Canbey di agahiyên dan de ev tişt gotin: “Em 25 heval li qawîşa E-10 dimînin. Li girtîgehê zextên pir zêde hene. Ligel vê yekê jî nexweşiya şewbekê pêş ketiye. Ji ber vê şewbê, werê me bi dijwarî diêşe û em ji ser hişê xwe diçin. Ji ber vê şewbê hevalekê me ji ser hişê xwe çû û erzînka wî şikiya. Heya ku em li dariyan nexwist nebirin nexweşxanê. Çawan ku me li dariyan xist, hatin birin revîrê. 3 kêlî avêtin erzînka hevalê me. Li ser vê şewbê lêkolîn û mudaxile nakin. Di destşokê de du hevalên me yên din jî ji ser hişê xwe çûn û ketin erdê. Me derman nakin. Bi awayekê keyfî bi ser qawîşên me de digirin û hemû alavên me belav dikin. Ji ber ku di destê min de radyo hebû, 15 roj cezayê hucrê dan min. Moralê me başe, lê di warê fîzîkî û tenduristiyê de em ne başin. Tenduristiya me di talokê deye. Em banga hestiyarê li raya giştî dikin.”
Derbarê mijarê de me bi telefonê li rayedarên girtigehê geriya, lê bi tu awayî bersiv nehat dayîn.
Rêveberên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Antalya yên agahiya wan derbarê bûyerê de heyîn, diyar kirin ku ewê di demek herî nêz de şanedeyekê bişînin girtîgehê
KOMA 4’EMÎN DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ KIRIN
Hat diyar kirin ku li girtîgehê koma 4’emîn dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirine û ev çalakiya girtiyan ji 27’ê Mijdarê ve berdewam dike.
Girtiyan bi rêya malbatên xwe ev peyam dan: “Heya ku tecrîda li ser Rêbertiya me rabe, em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Dê nekarin bi zextan û cezayan me bitirsînin û em ê tu caran paşve gav ne avêjin.”