MÊRDÎN – Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, piştî dadgehê 14 xizmetkarên tenduristiyê yên ji "Doza Ambulansê ya Cizîrê" dihatin darizandin beraet kir, biryar nirxand û wiha got: “Carek din hat îspatkirin ku Xizmetkarên Tenduristiyê xizmetê bidin ne sûc e. Dozger xwe tekzip kir."
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di serdema qedexeya derketina kolanan de ji ber xizmetkarên tenduristiyê xwestin korîdora alîkariyê bê vekirin û bi ambulansê xwestin alîkarî bibin ji birîndaran re, der barê 14 xizmetkarên tenduristiyê de doz hatibû vekirin. Dozger bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê kiriye" doz vekiribû. 2'emîn danişîna "Doza Ambulansê ya Cizîrê" duh li 3'emîn Dadgeha cezayên Giran a Mêrdînê hat dîtin. Heyetê derd barê 14 kesan de biryare beraetê da. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, piştî dadgehê 14 xizmetkarên tenduristiyê yên ji "Doza Ambulansê ya Cizîrê" dihatin darizandin beraet kir, biryar nirxand û wiha got: “Carek din hat îspatkirin ku Xizmetkarên Tenduristiyê xizmetê bidin ne sûc e. Dozger xwe tekzip kir."
Turkdogan, anî ziman ku sedema sûc tune û pêşkêşkirina xizmeta tenduristiyê ne sûc e. Dadgehê jî ev yek qebûl kir. Di pratikên xerab ên darazê de biryarek wisa girîng bû. Diviya bû ku dozek wisa tune bûya. Dozger di mutaalaya beraatê de xwe tekzip kir. Di encamê de derket holê ku bi xizmetdayina xizmetkaren tenduristiyê sûc nayê kirin."
'SOZA ME YA AŞTIYÊ JI WAN RE HEYE'
Dr. Onur NacÎ Karahancjî anî ziman ku ji bo xizmeta tenduristiyê têdikoşin û wiha got: “Ev ax û ev welat ji êş û mirinê ter bûye. Em dibêjin 'êdî bes e' Divê her kes wisa bêjin. Em wekî xizmetkarên tenduristiyê jî erka dikeve ser milê xwe pêk tînin. Di vî milî de berpirsiyariya me heye. Ji bo vê yekê em tê dikoşin. Ji niha û şûnde jî emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Di serdema qedexeyên Cizirê de ajokarê ambulansê Aziz Yural hat kuştin. Di vê oxirê de me hevalên xwe yên xizmetkarên tenduristiyê winda kirin. Soza me ya aştiyê ji wan re heye."
MA / Ahmet Kanbal