ŞIRNEX – Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê yê berê Ferhat Encu ê girtiye bi boneya 7’emîn Komkujiya Roboskî ji girtîgehê nameyek şand û got: “Em axa mirî ya li ser xwe rakin û heqîqetê berz bikin. Ez banga piştevaniya bi Roboskî re, li hiqûqnas û parêzvanên mafên mirovan dikim.”
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê yê berê Ferhat Encû yê li Girtîgeha Tîpa F a Kandira dimîne, bi boneya 7’emîn salvegera komkujiya 19 jê zarok 34 kesên di encama bombebarana balafirin şêr ên di 28’ê Kanûna 2018’an li gundê Roboskî yê Qilabanê pêk hat de, nameyek nivîsand. Encu di Komkujiya Roboskî de birayê xwe Serhat û gelek xizmên xwe winda kiribûn. Encu, di nameya nivîsand de, diyar kir ku Komkujiya Roboskî dê weke deqek reş li dîroka mirovaniyê bikeve.
Encu, di nameya şande wiha ev tişt gotin: “Ligel ku evqas dem derbas bû jî, hîna derbarê faîlên komkujiyê de tu lêpirsîn nehatiye vekirin. Berevajî, malbatên têkoşîna edaletê didan hatin cezakirin. Feraseta siyasî ya wijdana xwe winda kiriye û mekanîzmeya darazê ya ketiye bin bandora vê feraseta siyasî biryarên ser komkujiyê bigirin dane, lê ev bûye sedem ku birînên hîn mezintir di wijdanê mirovan de vebin. Dîrok dê vê bêhiqûqiyê tu caran ji bîr neke û dê tim hesabê vê bêwijdaniyê bipirse. Qanûn ji bo ku mexduriyetan ji holê rabikin hatine avakirin.
JI BER NASNAMEYA XWE EM HATIN QETILKIRIN
Lê mixabin, di vê komkujiyê de û di hemû komkujiyên wiha de, ya pêwîst hatiye kirin. Em pir baş sedemên vê komkujiyê û kesên ev komkujî pêk anîn nas dikin. Em tenê ji bo xizantiya xwe nehatin qetilkirin, di heman demê de em j ibo nasnameya xwe û aîdîbûnên xwe hatin qetilkirin û mixabin ev komkujî berdewam dike. Li ser vê axê gelek êşên mezin hatin jiyîn. Kêsên bûn sedama van êşan, tenê ji bo berjewendiyên hin desthilatdariyan biparêzin ev yek kirin. Ji bo ku ev êş bi dawî bibin, divê bi awayekê ji dil rastiya heyî bê naskirin. Feraseta îmha û redkirinê, li vî welatî tu caran nakere me, xizan û beşên cuda ji holê rabike. Kes nikare bi tank, topan û F-16’an ser hiqîqê bigire. Ji bilî dîtin û naskirin tu çareseriyek din tuneye. Berevajî dê êşên gelek mezintir bên jiyîn. Ji bo ku carek din êşên wiha neyin jiyîn, divê em wêrekiya xwe ya têkoşîn û vîna xwe danin holê. Divê em axa mirî ya 3 salin li ser xwe rabikin. Divê em bêyî ku bitirsin heqîqe û edaletê biqîrîn.
EZ BANGA PIŞTEVANIYÊ LI HIQÛQNASAN DIKIM
Komkujiya Roboskî, gelek komkujî, mirin û bûyerên heyî, li Enqerê di taritiya dehlîzam de tên windakirin. Desthilatdariya AKP’ê berpirsiyartiya tu bûyeran nagire ser xwe û ji bo rastiyan berevajî bike dixwaze ser hiqîqetê bigire. Li dijî vê feraseta genî û dejenerebûyî, têkoşîn dayîn, erka sereke ya wijdaniye. Di vê çarçoveyê de ez bang li hemû kesên xwedî bi wijdan dikim ku erka xwe bînin cih. Ji bo ku bi rêyên hiqûqî em Komkujiya Roboskî derbixin holê, ez banga piştevaniyê li hiqûqnas û parêzvanên mafên mirovan dikim.”