'Tirkiye pişta xwe dide eşîrên herêmê'

  • rojane
  • 09:30 27 Kanûn 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Herêma Rojhilatê Firatê û Bakurê Sûriyeyê tevî parêzgeha Reqa û Dêra Zorê bi çanda êl û eşîrtî tên naskirin. Li ser vê yekê jî hewldanên Tirkiye her tim li ser xirakirina hevsengiya di navbera pêkhateyên herêmê û heta niha jî berdewam dike.
 
Di 13'yê Kanûnê de Tirkiye bi serkêşiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi awayekî fermî daxuyanî da ku dê êrîşî herêmên Bakurê Sûriyê bike. Bi vê hate eşkerekirin ku ev operasyon dê bi ser herêmên ku li ser prensîbên êltiyê dimeşin pêk were. Ji ber vê jî Erdogan bi alîkariya komên çekdar ên pê ve girêdayî di mijara êl û pêkhateyên herêmê de xwest tevliheviyan derbixe û li ser cudahiyên di navbera pêkhateyan de kar bike, lê hevsengiya di navbera tevina gelê Sûriyê de nehat bandorkirin, berevajî wê yekgirtin û hevgirtina wan derket pêş.
 
AKP'Ê BI ŞÊXÊN ÊLÊN BAKÛRÊ SÛRIYEYÊ RE CIVÎN KIR
 
Tirkiye, ji bo avakirina bingeha êrîşa li ser heremê ewil bi êl û eşîrên herêmê re civînek pêk anî. Li gorî çavkaniyên herêma Şedadê ku nêzî kesek ji êla El Cibûra yê bi navê Mider Hemad El Esed e, diyar kir ku di 11’ê Kanûnê de civînek li bajarê Rihayê hat lidarxistin. Civîn bi amadebûna 110 nûnerên êl û qebîleyên Sûriyeyê yên ji herêmên Reqa, Hesekê, Dêra Zorê û ji aliyê din ve jî bi serbazên komên çekdar û kesayetên di nava hikûmetê de cihê xwe digrin de pêk hatiye.  Xalên ku di civînê de hatin nîqaşkirin di çerçoveya rewabûna êrîşa li ser herêmê bû û desteka wan êlan ji bo Tirkiye têkevin Rojava. Çavkanî destnîşan kir ku di nava civînê de nêrînên dij hev derketin û kesên hazir tevlî operasyonê nebûn, lê piştî redkirina hin kesayetên xwedî bandor biryara operasyonê, bi awayek dizî derdora 40 şêx û serbazên komên çekdar tevî Mider Hemad El Esed û bi rêvebirina civînê ji hêla Ehmed Temê ve li hev civiyan. Di vê civînê de jî serçeteyê ketîbeya Sultan Şah Ebû Emşa, serçeteyê ketîbeya El Cebha El Şemiyê Ebû Elî Sico û serçeteyê Siqûr El Şam Ebû Îsa El-Şêx jî tê de amade bûn. Hate gotin ku kesên li dijî wan û li dijî birayara operesyonê derketine di demên pêş de wê bêne înfazkirin û ji holê bêne rakirin ji ber ku weke metirsî tên diyarkirin ji planên wan re.
 
'ARMANCA TIRKIYEYÊ GUHERTINA DEMOGRAFIYA HERÊMÊ YE”
 
Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê bi daxuyaniyan nerazîbûn nîşan dan. Welatî Ehmed Selamî gefên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê şermezar kirin û wiha got: “Armanca Tirkiyeyê guhertina demografiya herêmê ye. Tişta li Efrînê kirin û dikin, dixwazin niha li vê derê jî bikin. Ev gef îradeya gelê herêmê naşikîne. Bêguman ev yek israra me ya di berxwedanê de zêdetir dike.”
 
Berpirsa Rêveberiya Jinan a Reqayê Zelîxa Ebdî jî destnîşan kir ku armanc ji van gefan dûrxistina bala cîhanê ji aloziyên hundirîn ên Tirkiyeyê ne û desteka çeteyên DAIŞ’ê ku di rojên xwe yên dawîn de ne. 
 Zelîxe, da zanîn ku herêmên ku bi saya xwîna şehîdên wan hatin parastin, herêmên herî bi ewlene û wiha got: "Weke şêniyên bajarê Reqayê em ê piştgiriya QSD’ê bikin.”
 
MA / Erdogan Altan

Sernavên din

29/12/2018
10:09 Şovalyeyên keda 2018’an berxwedana xwe dê di sala nû de jî bidomînin
09:58 Di 7 salên bêedalet derbas bûn de, êşên xwe bi kevirê goran derbas kirin
09:25 Qeyûm 14 erseyên şaredariyê difiroşe
09:24 Pêşnûmaya zimanê zikmakî ya HDP'ê: Li gorî serdam 26'an guncav bû, lê li gorî ya 27'an ne guncav e
09:23 Rojê tenê tasek ava bi şekir û lîmonê didin girtiyê di hucreyê de
09:23 Ozsoy: Eger Tirkiye êrîş bike wê têkeve nav çiravê
09:22 'Gel dê panzêrên li ber şaredariyê rake'
09:21 Topûz: Çapemenî veguheriye amûra propagandaya îktîdarê
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2018'AN
28/12/2018
21:02 Dayika Aştiyê Meryem Ozcan jiyana xwe ji dest da
20:10 Fîgen Yuksekdag dest bi greva birçîbûnê kir
16:41 Dayikên Aştiyê: Tecrîdê rakin bila şer bi dawî bibe
16:31 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
16:08 Bîranîna Tahîr Elçî birin Roboskî: Heta kujer bên darizandin em ê têbikoşin
15:53 DTO ji bo girtiyên di grevê de muayene bikin bi dozger re hevdîtin kirin
15:51 Girtiyê li Panosê: Her şev bi ser qawîşên me de digirin
15:15 Rêyên 292 gund û gomên Colemêrgê ji ber berfa zêde hatin girtin
15:14 Li Edenê ji jinên girtî re kartên sersalê şandin
15:07 ‘Em ê pêşiya Komkujiya Roboskî bernedin’
14:34 Buldan: Qatil diyar in
14:21 Kordînasyona piştevaniya grevên birçîbûnê hat avakirin
Turkdogan: Divê bêhiqûqiya li Îmraliyê bê rakirin
13:49 Namzetê HDP'ê Bîlgen: Em ê li Qersê rêça şêwrê bidomînin
13:48 Malbatên Roboskî: Ji bo edaletê em ji nû ve dest bi her tiştî bikin
12:50 YPG’ê banga Minbicê li hikumeta Sûriyeyê kir
12:12 Dozger xwest Parlamenter Aydenîz bê girtin
11:55 Di salvegera 7'emîn de li Roboskiyê êş û hêrs serdest e
11:30 Di salvgera komkujiyê de der barê Encu de doz hat vekirin
10:45 'Serlêdana jinan veguherî çalakiyek rengîn’
10:13 KCD: Li xwe mikur hatin jî lê kes nehatiye darizandin
09:44 Unsal: Sedsal nikare kurdan tune bihesibîne û kurd jî vê qebûl nakin
09:26 Bi hinceta wê di rojnameya hatiye girtin nivîskariyê bike hat girtin
09:24 Li Sûrê stûnên dîrokî di çêkirina avahiyên nû de tên bikaranîn
09:24 Aborîzan Tanyilmaz: Wê şer krîza aborî kûrtir bike
09:22 Projeya bi milyonan hat çêkirin berba bû!
09:21 Nêçîrvan ew birîndar kir, ew jî wê derman dikin
09:20 'Roj heye tenê heqê nan bi dest min dikeve'
09:20 Li hemamê ji ber bi kurdî axivî telak bi lûfkirinê ew derb kir
09:09 Rektorê El-Kamil fi’t-Tarihê tehrîf kir hîn jî bêdeng e
Farqînî: Bi vê dixwazin di dîrokê de ji kurdan tu şop nemîne
09:08 Ji kundiran hunera awarte
09:07 Heskîf reng û ruyê xwe yê dîrokî winda kir
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2018'AN
27/12/2018
17:33 Temellî: Bêyî derengbûnê em deng bidin dengê Leyla Guve
16:17 Di konferansa Jinan a Minbîcê de berxwedana jinan hat nirxandin
16:07 Li Dersimê rêya 222 gundan hat girtin
16:03 Rêxistinên Civakî yên Wanê: Beriya dereng bimîne gavan bavêjin
15:25 DEDEF: Bila Serokê me yê Giştî Alî Haydar Ben bê berdan
15:13 ÎHD: Ya ku li Sakaryayê hate kirin êrîşek nîjadperestî ye
15:05 Parêzeran dawî li Nobeta Edaletê anî
15:02 Hekîm parastinê dikin: Em dê parastina aştiyê bidomînin
14:57 'Faîlên Roboskî derbixin holê'
14:13 Di lêpirsîna li dijî 170 navan de geşedanek suprîz
14:08 Zilamê ku hevjîna xwe kuşt parastina tê zanîn kir
13:36 1'emin Konferansa Jinan a Minbicê dest pê kir
13:18 Çalakiya Leyla Guven di roja 50’emîn de berdewam dike
13:17 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
13:13 Bijîşkên tên darizandin: Me rêgezên gerdûnî parast
12:58 Li Girtîgeha Antalya îdîaya şewbê
11:18 Turkdogan: Dozger xwe tekzip kir
10:46 Encu ji bo Roboskî bang piştevaniyê kir
10:26 Girtiyên li Kirikkale greva xwe vediguherînin bêdawî û bêdorveger
10:09 Li Amedê di sektora înşeatê de ji sedî 53 kêmbûn çêbû
09:30 'Tirkiye pişta xwe dide eşîrên herêmê'
09:21 ‘Ger daxwaza me neyê qebûlkirin em ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem bikin'
09:20 Tevî heywanên xwe di axure de dijî
09:19 Arslan: Qeyûm deynan taloqî piştî 2019'an dikin
09:18 Ji ber baranê nikarin garis û pemboyê xwe biçinin
09:18 Girtîgehê ji bo pêdiviyên girtiyan 'kota' diyar kir
09:17 AYM'ê bêyî hinceta serlêdana li Îmraliyê red kir
09:16 'Em ê di 31'ê Adarê de nîşan bidin ka îrade çî ye'
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2018'AN
08:37 Qedexeya li 7 gundên Licê rabûn
08:20 Li 14 bajaran ji ber barîna berfê dibistan ketin betlanê
26/12/2018
18:11 14 xizmetkarên tenduristiyê ji 'Doza Ambulansê ya Cizîrê' beraet kirin
17:18 5 girtiyên din dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin
16:35 Destûr nedan daxuyaniya endamên PSAKD’ê
16:28 Jinan karkerên Flormarê ziyaret kirin
16:01 Bav û kurek li Sîlopî hatin girtin
15:51 Rêveberiya Sivîl a Tebqa: Piştî biryara Trump çalakiyên DAIŞ`ê zêde bûn
15:45 Bûldan: Daxwaza Guven daxwazên Kurdane
15:33 Li 4 girtîgehan 13 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
15:31 Beriya 'Doza Ambulansê ya Cizîrê' bang kirin: Ev doz bê hukum e
15:04 Li Wêranşarê jinek hat kuştin
13:50 Meclîsa Bakurê Sûriye: Heke Tirkiye êrîş bike dê DAIŞ dîsa xurt bibe
13:39 Li Edeneyê jinek bi îşkenceyê hat kuştin
13:21 Qedexeya herî dirêj a cîhanê bir Meclîsê
13:18 Ebû El-Erac: Gelê Minbiçê dest ji axa xwe berneda û bernade
12:49 ‘Zarokên li Girtîgeha Sincanê berî bûyerê rastî ledana gardiyanan hatibûn'
12:41 Leyla Guven nehat berdan
12:41 Dozger ji rojnameger Kobulan re ceza xwest
12:13 Çalakgerên greva birçîbûnê hatin derpkirin: Dengê me bibihîsin
11:54 4 girtiyên jin li Burhaniyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin
11:53 Danişîna Leyla Guven dest pê kir
11:52 Parazvana aştiyê ya berxwedêr: Hedlê Ogur
11:46 Li Sîncanê 3 jinan dest bi çalakiya greva bêdawî kir
11:42 Li Minbicê asayîş berkemal e!
10:58 Daxwaza hevdîtina 775’emîn jî hat redkirin
10:51 Kanar ê ji sedî 92 astengdar e û di 'Hepsa malê' de ye 21 meh in nayê dermankirin
10:47 HDP’ê banga qeydê li hilbijêran kir: Dengek dikare encamê biguherîne
10:23 Li Licê piştî rojekê dîsa derketina derve hatin qedexekirin
10:18 Taşdemîr: Em ê feraseta şaredarîtiya jinê veguhezînin eniya Tirkiyeyê jî