ÊLIH – Li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê girtiyan destnîşan kir ku ger daxwazên wan neyên qebûlkirin ew ê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin.
Li girtîgehan girtiyên siyasî di 27'ê Mijdarê de ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê ji bo 10 roja dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. PIştî vê li 5 girtîgehan 30 girtiyên siyasî ev çalakî veguherand çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û niha di roja 12'an de didome. Girtiyên di Girtîgeha Tîpa M a Êlihê de jî bi rêya parêzerên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê ragihandin ger daxwazên wan neyên qebûlkirin ew ê dest bi çalakiya greva birîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin.
BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ RE ZEXT Û ZORÎ ZÊDE BÛN
Hat destnîşankirin ku bi çalakiya greva birçîbûnê re zext û zoriyên li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê zêde bûne û gardiyan kontrlkirina tansiyona girtiyên di gerva birçîbûnê de vediguherînin provakasyonê. Hat gotin, nahêlin girtiyên di grevê de bi girtiyên din re hevdîtinê çêbikin û bi taybetî jî pirtûkên girtiyên di greva birçîbûnê de bi hinceta bi "xetere" ne hatine berhebkirin û her wiha cezayê dîsîplînê li hin girtiyan hatiye birîn. Hat diyarkirin ku girtî ji bo pirtûkên xwe bistînin bi rêya parêzeran doz vekirine.
DAXWAZA WAN BIDAWÎBÛNA TECRÎDÊ YE
Hevserokê Şaxa ÎHD'a Êlihê Parêzer Devran Yildiz, li girtîgehê serdana girtiyan kir. Yildiz got: "Em binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ji nêz ve dişopînin. Me hevdîtin bi girtiyên di gerva birçîbûnê de ne çêkir. Tenê daxwaza girtiyan, bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Niha koma sisêyan di greva birçîbûnê de ye. Kesên di greva birçîbûnê de ne tên tecrîdkirin."
Yildiz, diyar kir ku çend roj berê ji ber van pêkanînan wan xwestiye li ber girtîgehê daxuyaniyê bidin, lê belê destûr nehatiye dayîn û got: "15 rojan carekê lidarxistina çalakiyan tê qedexekirin. Çend roj berê jî kesên li avahiya HDP'a bajêr di greva birçîbûnê de bûn hatibûn binçavkirin. Me jî xwest em li ber girtîgehê daxuyaniyê bidin, lê belê nehiştin. Ji bo tiştên li girtîgehê diqewimin bi raya giştî re neyên parvekirin wisa dikin. Ev polîtîkaya tepisandinê ye."
‘BILA DAXWAZÊN WAN BÊN QEBÛLKIRIN'
Yildiz bang li rayedaran kir û xwest berî ku mirin û xesarên emzin rû bidin divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.