AMED - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan destnîşan kir ku AKP li ser asasên tekparêziyê, DBP'î li ser esasên pir zimanî, çandî û nasnameyî şaredariyan bi rê ve dibe. Arslan, bilêv kir ku AKP baş dizane wê di hil bijartinê de li herêmê bi ser nekeve loma hemû dayînên şaredariyên qeyûm tayînî wan hatine kirin taloqî piştî hilbijartinê kiriye.
Ji 102 şaredariyên DBP'ê, 3 jê şaredariyên mezin bi giştî qeyûm tayînî 96 şaredariyên wê hatin kirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan polîtîkayên qeyûmên tayînî şaredariyan hatin kirin û qeyûm Cûmalî Atîllayê wekî namzet ji aliyê AKP'ê ve ji bo Şaredariay Mezin a Amedê hat nîşandan nirxand.
Arslan, diyar kir ku bi van polîtîkayan AKP bi awayekî giştî dixwaze siyaseta kurd tune bike û ji ber vê qeyûm tayînî şaredariyan kiriye. Arslan got: "AKP bi tekparêziyê siyasetê dike, lê belê em jî pir zimanî, pirçandî û pirnasnametiyê diparêzin. Şaredariyên me jî di vê çarçoveyê de xizmetê dikin. Ji ber vê AKP vîna gelê me xesp kir. Ev nêzîkatî ji bo tevahiya siyaseta kurd wisa ye."
'EM NIHA JÎ ÎDIAYA XWE BILÊV DIKIN'
Arslan, anî ziman ku dema şaredariyên wan ên qeyûm tayînî wan hatin kirin di dest wan de bûn, tu bêqanûnî û nelirêtî tune bûn û got: "Bi piranî li ser esasên xizmeta ji bo gel bûn. Hevşaredarên me li gorî dewlemendiya erdnîgariyê û daxwazan şaredarî kirin. Em niha jî vê îdiaya xwe tînin ziman. Em rêveberiyeke herêmî ya demokratîk bi rê ve dibin ku mirov tê de xwedî gotin in."
'EM Ê JI QEYÛMAN BISTÎNIN'
Arslan got: "AKP'ê dît ku wê vê feraseta me ya ji bo şaredariyan li Tirkiyeyê esas bê girtin, loma mudaxile kir." Arslan, destnîşan kir ku ew dixwazin bajaran tevî gelan û pêdiviyên wan bi rê ve bibin û got: "Hemû deverên aîdî gel hatin girtin. Berpêşî kom û alîgirên berjewendîparêz ên AKP'ê hatine kirin. Loma AKP dixwaze van qadan bigire. Lê em jî ji bo wan ji bo gelê xw evebikin tev digerin û em ê şaredariyên hatine xespkirin ji qeyûman bistînin."
'DIZANE WÊ LI AMEDÊ BI SER NEKEVE'
Arslan, destnîşan kir ku ji bo ev nêvenga çewisandinê ya di ser siyaseta kurd re tê afirandin bê şikandin pêdivî bi îradeyeke temsîliyetê ya hêzdar heye û got: "Ji bo vê jî divê herkes xwedî li dengên xwe û hilbijartina herêmî derkeve." Arslan, qeyûm Cûmalî Atîlla qesd kir û got: "Qeyûmek ji aliyê partiya îktîdarê ve wekî namzet hatiye nîşandan. Ev tenê tê wateya ku AKP dizane wê li Amedê bi ser nekeve. Ji bo vê gotinên mezin nake. Lê belê wekî namzet nîşandana qeyûm ji bo me tê wateya ku ew partî di warê siyasetê de qediyaye. Yanî tê wateya di warê siyasetê de êdî gotineke wê ji bo gel tune ye û dixwaze fîgurê heyî yê di dest xwe de bi kar bîne."
'ŞAREDARÎ DI NAV DEYNAN DE HIŞTIN'
Arslan, anî ziman ku şaredariyên qeyûm tayînî wan hatine kirin, ji aliyê qeyûman ve di nav deynan de hatine hiştin û ev yek di raporên Dîwana MUhasebatê (Sayiştay) de diyar in. Arslan got: "Bi awayekî zêde bêhiqûqîtî û nelirêtî hene. Ger tiştekî ji bo xerckirinê hene, dayîna wê jî bi deynkirinên piştî 2019'an tê kirin. Niha li Kurdistanê hemû şaredarî dayînên xwe taloqî piştî 2019'an dikin. Çimkî dizanin wê li vir bi ser nekevin. Bi feraseta eger bi ser nekevin û DBP bi ser bikeve bila di bin deynan de bimînin tev digerin, da nikaribin xizmetê bikin û gel bertek nîşan bide. A rast AKP bi vê jî baş dizane di warê siyasetê de gotineke wê û projeyeke wê tune ye û dizane wê nikaribe li van deran bi ser bikeve. Ger îhtimala wê ya serketinê hebûna, wê ev şaredarî ev qasî tarûmar nekirina."
Arslan, destnîşan kir ku bêqanûnî û bêhiqûqîtî çi dibin bila bibin îdiaya wan ew e ku ew ê van bajaran bi rê ve bibin. Arslan, bilêv kir ku ji bo şaredariyên ku civak karibe xwe tê de bibîne teqez divê bi ser bikevein û got: "Wê gel bi têkoşîna xwe dawî li feraseta tekparêz a AKP'ê bîne. Ji bo rojevkê be jî divê em van şaredariyan radestî qeyûmên AKP'ê û AKP'ê nekin. Ji bo vê divê gelê me bi beşdarbûyîneke xurt xwedî li şaredariyên xwe derkeve."
MA / Mehmet Şah Oruç