MÊRDÎN – Li Mêrdînê ji ber baraneke zêde çinîna pembo û garis bi dernegî ket. Cotkaran, bilêv kir ku her sal ew bi pirsgirêkên cuda re rû bi rû dimînin û kes debra wan jî nakire.
Li Mêrdînê bi hefteyan e bi awayekî zêde baran dibare. Ji ber vê çinîna pembo û garis bi derengî ket. Bi taybetî jî li Qoser û Dêrikê zêde baran bariya û ji ber vê cotkaran nikaribû erdê xwe biçinin. Cotkar ji ber vê yekê xesirîn, mecbûr man erdê wan ziwa bibe da karibin berên xwe biçinînin. Ev yek tesîr li qalîteya pembo û garis jî kir û bû sedema kêmbûna berdariyê.
Cotkar Farûk Erol, anî ziman ku ji ber baranê pembo û garisê wî di nav erde mane. Erol, diyar kir ku ew her sal bi pirsgirêkên cuda re rû bi rû dimînin û ev yek dibe sedema xisirandinê. Erol got: "Hem garis hem jî pembo perîşan bû. Niha bîçer nikare têkeve nav erdan. Loma em nikarin biçinînin. Êdî em jî nizanin em ê çi bikin."
Cotkar Haci Mûrat Orman jî, diyar kir ku îsal garis ne berdar bûye û ev yek tesî li fiyetên wê jî kiriye. Orman, bilêv kir ku îsal wan garis li gor par erzantir firotiye û got: "Tona garis bi 700-730 lîreyî ye. Êdî ne wek berê ye, em nikarin garisê xw ebifiroşin. Me ji bo garisê destê ewil hin kes dîtin, lê hîn jî me ji bo yê destê dudoyan kes nedîtiye ku em bifiroşin. Em ji mecbûrî didin pêyî bazirganan. Cotkar perîşan bûne."
'EM NIKARIN BIÇINÎNIN'
Bayram Besler jî got: "Îsal em rezîl bûne. Pembo di nav erd de maye. Em nikarin biçinin." Besler, pemboyê di nav erde nîşan da û got: "Aha halê me ev e. Ne karker dikarin têkevin nav erd ne jî bîçer. Erd herî ye. Diviya ji zûvde pembo bihatana çinîn û me dest bi çandina genim kiribûna. Lê belê ji ber em nikarin pemboyê xwe biçinin, em nikarin genim jî biçînin. Me ne heqê mazotê ne jî yê ceryan û guber derxist. Em her tiştî bi deyn dikin."
MA / Ahmet Kanbal