STENBOL - Endama Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Hikumxwar û Girtiyan a Marmarayê Sureyya Aydin, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa L a Bakirkoyê ji bo pêdiviyên girtiyan kota hatiye danîn. Aydin, anî ziman ku ev yek bi hinceta "hûn ê stok bikin" tê kirin.
Endama Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Hikumxwar û Girtiyan a Marmarayê Sureyya Aydin, li Girtîgeha Tîpa L a Jina ya Bakirkoyê bi girtiyên ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê ketin greva birçîbûnê re hevdîtin çêkir. Aydin, anî ziman ku di warê tenduristiyê de girtiyên 11 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdroveger de ne nayê kontrolkirin û got: "Hîn jî li tansiyona wan nehatiye nêrîn. Ji girtiyan dixwazin biçin revîrê. Vê yekê jî dispêrin giştînameya Wezareta Dadê. Lê belê girtî naxwazin biçin revîrê. Dixwazin tenduristkar li odeyên wan kontrola wan bikin."
Aydin, da zanîn ku heta niha vîtamîna B12'an nedane girtiyên di greva birçîbûnê de ne û got: "2 rpjan carekê kulmek şekir, 4-5 lîmon û hinekî jî xwê didin wan. Her wiha ji bo pêdiviyên girtiyên di heman qawîşan û ne di greva birçîbûnê de jî kota hatiye dayîn. Kesên nexweş jî hene. Ji bo mast, fêkî, ava fêkiyan û hin tiştên din kota hatiye danîn. Mesela nikarin 3 heb avên fêkiyan bikirin. Nikarin zêdetirî 3 kîlo sêv bikirin. De barê vê de hevdîtin bi îdareyê re çêkirine û îdareyê gotiye 'hûn ê stok bikin', loma em sînordar dikin.'"
‘DIVÊ DEMILDEST DAWÎ LI TECRÎDÊ BÊ'
Aydin, destnîşan kir ku divê der barê binpêkirina mafan de raya giştî helwesta xwe diyar bike û got: "Divê vîtamîna B'yê bêd ayîn û li odeyan tasniyona wan bê kontrolkirin. Berî ku cenaze ji girtîgehan derkevin divê dawî li tecrîdê bê. Ji bo dawî li tecrîda hundir û derve bê divê demildest dawî li tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan bê."
MA / Sadiye Eser