STENBOL - Li Girtîgeha Îmraliyê Hamîlî Yildirim ji bo neşandina name û faksên xwe serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dabû, lê belê AYM'ê bi paragrafekê serlêdana Yildirim red kir.
Dadgeha Qanûna Bingehîn AYM, serlêdana Hamîlî Yildirim ê di Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê de ye red kir. Name û faksên ku Yildirim ji bo xizmên xwe û hevalên xwe yên li girtîgehan nivîsandin ji aliyê Desteya Dîsîplînê ya Girtîgehê ve bi hinceta bi "xetere" ne nehatin şandin. Li ser vê Yildirim serî li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê da, lê belê dadgehê îtiraza Yildirim red kir.
Vê carê Yildirim serî li AYM'ê da. Yildirim di sala 2016'an de di çarçoveya "binpêkirina mafê ragihandinê" de serî li AYM'ê da, lê AYM'ê di 8'ê Mijdarê de biryar da. AYM'ê di biryara xw eya yek paragrafî de diyar kir ku ya hatiye kirin ne mudaxilekirina maf û azadiyên bingehîn û tu binpêkirina mafan di xwe de nahebîne, loma nayê qebûlkirin.
MA / Yasin Kobulan