WAN – Li Wanê di hilbijartina herêmî ya dawî de DBP'ê ji 14 şaredariyan 12 jê bi dest xistibûn, lê belê paşê qeyûm tayînî şaredariyên DBP'î hatibûn kirin. Şêniyên bajêr destnîşan kirin ku ji bo ew bersivê bidin polîtîkayên qeyûman ew li benda roja hilbijartinê ne û ew ê di vê hilbijartinê de her 14 şaredariyan jî bi dest bixin.
Li Wanê welatî li benda roja hilbijartina herêmî ya 31'ê Adara 2019'an e. Li Wanê di hilbijartina herêmî ya 2014'an de DBP'ê ji 14 şaredariyan 12 jê bi dest xistibû. Tenê Şaredariya Tûşbayê bi 3 hezar dengî û ya Gewaşê jî bi 7 dengan winda kiribû. Lê belê dîsa jî qeyûm tayînî şaredariyên DBP'ê yên li Wanê hatibûn kirin û piraniya hevşaredarên wan hatibûn girtin. Niha welatî li benda roja hilbijartinê ne ku bersiva polîtîkayên qeyûman bidin. Li Wanê welatiyan bilêv kir ku ew ê di vê hilbijartinê de her 14 şaredariyan jî bi dest bixin.
Şahîn Orhan, anî ziman ku li bajêr kes ji polîtîkayên qeyûm nerazî ne û got: "Em ê Şaredariya Mezin bi dest bixin. Hêvîdar im em ê şaredariyên hemû navçeyan jî bi dest bixin. Bi îzna Xwedê em ê li hemberî zext û zoriyan bi ser bikevin."
Nîzamettîn Tosûn jî destnîşan kir ku ew ê di hilbijartinê de dengê xwe bide HDP'ê û got: "Qeyûm polîtîkayeke çewt e. Em ê di sindoqê de nîşan bidin ka vîn tiştekî çawa ye."
Heşîn Aslan jî got: "Jixwe tişta di hilbijartina herêmî de divê bê kirin diyar e. Lê tenê divê em dijminatiya hevdu nekin û îxanetê li hev nekin. Divê em bibin yek. Em ê li hemberî polîtîkayên qeyûman, ne 12 şaredariyan her 14 şaredariyan jî bi dest bixin."
'EM Ê DI SINDOQAN DE HÊZA VÎNÊ NÎŞAN BIDIN'
Saît Kûşçû jî anî ziman ku ew 55 salî ye û cara ewil e ew bi polîtîkayên bi vî rengî yên li hemberî gelê kurd rû bi rû dimîne. Kûşçû, destnîşan kir ku hikûmeta heyî naxwaaze gelê kurd tu tiştî bi dest bixe û got: "Dibêjin 'doza mafên xwe nekin, an jê ez ê we têxim girtîgehan.' Dibêjin 'hûn şaredariyan bi dest bixin jî em ê qeyûm tayîn bikin.' Yanî naxwazin kurd tu tiştî bi dest bixin. Lê em ê vê yekê di 31'ê Adarê de nîşan bidin. Ji bo vê jî divê kurd bibin yek."
'VÎNA GEL DIYAR E'
Nadîr Çakar jî, destnîşan kir ku tenê ne li Wanê divê li her derî hejmara şaredariyan bê zêdekirin û got: "Çewisandin çi qasî zêde dibe bila bibe, vîna gel diyar e. Çi qasî dixwazin bila qeyûman tayîn bikin. Lê em ê bi vîna xwe şaredariyê bi rê ve bibin."
Hamît Emre jî got: "Berkesê qqeyûman em ê di hilbijartinê de deng bidin HDP'ê. Em ji qeyûman ne razî ne. Hemû xizmên me ji kar derxistin û birçî hiştin. Em jî welatiyên vî welatî ne. Çima vê zilmê dikin? Çi dikin bila bikin, em ê bi vîna xwe şaredariyan dîsa bi dest bixin."