* Li Wanê di hilbijartina herêmî ya dawî de DBP'ê ji 14 şaredariyan 12 jê bi dest xistibûn, lê belê paşê qeyûm tayînî şaredariyên DBP'î hatibûn kirin. Şêniyên bajêr destnîşan kirin ku ji bo ew bersivê bidin polîtîkayên qeyûman ew li benda roja hilbijartinê ne û ew ê di vê hilbijartinê de her 14 şaredariyan jî bi dest bixin.
* Li Girtîgeha Îmraliyê Hamîlî Yildirim ji bo neşandina name û faksên xwe serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dabû, lê belê AYM'ê bi paragrafekê serlêdana Yildirim red kir.
* Endama Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Hikumxwar û Girtiyan a Marmarayê Sureyya Aydin, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa L a Bakirkoyê ji bo pêdiviyên girtiyan kota hatiye danîn. Aydin, anî ziman ku ev yek bi hinceta "hûn ê stok bikin" tê kirin.
* Li Mêrdînê ji ber baraneke zêde çinîna pembo û garis bi dernegî ket. Cotkaran, bilêv kir ku her sal ew bi pirsgirêkên cuda re rû bi rû dimînin û her wiha kes debra wan jî nakire.
* Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan destnîşan kir ku AKP li ser asasên tekparêziyê, DBP'î li ser esasên pir zimanî, çandî û nasnameyî şaredariyan bi rê ve dibe. Arslan, bilêv kir ku AKP baş dizane wê di hil bijartinê de li herêmê bi ser nekeve loma hemû dayînên şaredariyên qeyûm tayînî wan hatine kirin taloqî piştî hilbijartinê kiriye.
* Husniye Saraigul ku li navçeya mezrika Karataş a gundê Havûzlû ya Pulurê tevî heywanên xwe di axur de dijî, tevî hemû zor û zehmetiyên zivistanê jî naxwaze dev ji jiyana xwezayî berde.
* Li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê girtiyan destnîşan kir ku ger daxwazên wan neyên qebûlkirin ew ê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin.
* Rêwistinen Hiqûqê, dê di hefteya 85'an da de Nobeta Edaletê ya dawî li ber Edliyeya Stenbolê pêk bînin. (11.30)
* ÎHD û TÎHV, bi armanca balê bikişînin ser salvegera Komkujiya Roboskê ya 28'ê Kanûna 2011'an dê li avahiya ÎHD'ê ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)
* Baroya Wanê û Nûnerên saziyên civakî bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtîgehan dê li avahiya Baroyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)
* Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê li dijî nijadperestî û cudakariyê û kuştina welatiyê Kurd Kadîr Sakçi yê li Sakarya hat kuştin li avahiya komeleyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)
* Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmut Togrul, dê bi nûnerên rêxistinên civakî re li avahiya HDP'ê ya Dîlokê civîna çapemeniyê pêk bîne. (13.30)