MÊRDÎN - 2'emîn danişîna doza 14 xizmetkarên tenduristiyê yên ji "Doza Ambulansê ya Cizîrê" dihahatin darizandin beraet kirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di serdema qedexeya derketina kolanan de ji ber xizmetkarên tenduristiyê xwestin korîdora alîkariyê bê vekirin û bi ambulansê xwestin alîkarî bibin ji birîndaran re, der barê 14 xizmetkarên tenduristiyê de doz hatibû vekirin. Dozger bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê kiriye" doz vekiribû. 2'emîn danişîna "Doza Ambulansê ya Cizîrê" îro li 3'emîn Dadgeha cezayên Giran a Mêrdînê hat dîtin. Seroka Giştîya Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TİHV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Prof. Dr. Onur Hamzaoglu, Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan û ji gelek navendên cuda gelek kes hatin Mêrdînê û tev li daxuyaniyê bûn. Ji 14 xizmetkarên tenduristiyê yên tên darizandin 11 kes li salonê amade bûn. Vahaç Alp û ajokarê ambulansê Mehmet Şerif Taşan ji bajarên xwe bi riya SEGBÎS'ê tev li danişînê bûn. Sekretera Giştî ya Jinan a SES'ê Selma Atabey jî sedem nîşan da û tev li danişînê nebû. Danişîna dozê bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û bi îfadeyan berdewam kir. Ewil Mehmet Şerif Taşan, parastin kir û diyar kir ku ew vi sûcî qebûl nake û ne endamê tu rêxistinê ye. Taşan, anî ziman ku ew ajokarê ambulansê ye û bi awayekî fermî vî karî dike û beraeta xwe xwest.
Vahaç Alp jî parastin kir û sûcê der barê xwe de red kir. Alp, anî ziman ku wî li gorî rêgezên hekîmtiyê tev geriya ye û xizmeta tenduristiyê pêşkêş kiriye. Alp, anî ziman ku di jêrzemînan de mirovên birîndar hebûn û ji bo alîkariyê bibe mirovên birîndar bi dildarî derketin rê û wiha got: "Em bi dildarî ketin rê. Lê em bi ser neketin. Hêj li wan jêrzemînan kî hebûn em nizanin. Ger ku heyeta dadgehê dizane bila bi mere parve bike. Niha li vir rêgezê hekîmtiyê û erka me tê darizandin. Li ku çi bûyer pêk bê em bi ambulansê diçin wir. Ew ambulans birindaran digire û mudaxaleyi birîndaran dike. Ji ber ku me ev yek kiriye em wekî endamê rêxistinê tên darizandin. Ger ku ez îro li ser b3uyerê Gazze biçin Gazze ma ezê bibim endamê Hamasê? Em daxwaza aştiyê dikin. Em dixwazin êdî hekîmtî neyê darizandin.
Prz. Ridvan Alp, anî ziman ku ew bi pêkanînê muwekilê xwe şerm nake û dijberî vê yekê pê serbilind e û wiha got: "Îdîaname tev bi nêtê hatiye amadekirin. Tiştekî şênber tune ye. Li şûna ku muwekilên min erka wisa daye ser xwe divê bên pîrozkirin îro tên darizandin. Muwekilê min bi fermana tu rêxistina neçûye. Bi dengê wîcdanê xwe û dildarî ketiye rê. Ji bo çûna Gazze jî kesê yekem navê xwe nivîsiye ew e. Niha ji bo xwestiye biçe Gazze nabe endamê rêxistinê. Lê dema çûye Cizirê wekî endamê rêxistinê tê darizandin. Ev çawa çê dibe?"
Xizmetkara Tenduristiyê Yekta Yildiz jî anî ziman ku şer pirsgirêka tenduristiya gel e û wiha got: "Ez sûcdariya der barê xwe de qebûl nakim. Me tiştekî xerab nekiriye. Me xizmet biriye ji mirovên ku pêdiviya wan bi xizmeta tenduristiyê heye. Ez beraeta xwe dixwazim."
Dozger jî diyar kir ku tu delîlên şênber tune û xwest 14 kes beraet bikin.
Heyeta dadgehê jî piştî navberê der barê 14 Xizmetkarên Tenduristiyê de biryara beraetê da.