AMED – 5 girityên siysaî yên li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku diçe belav dibe û vedigerin çalikiyên greva birçîbûnê ya bêdawî û bê dorveger. Piştî Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8'ê Mijdarê de bi armanca dawî li tecrîdkirina Rêbere PKK'ê Abdullah Ocalan bê û Ocalan azad bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorvekir kiri, çalakî her ku diçe belav dibe û derbasî merhaleyek din dibe. Çalakiya Leyla Guven di 49’an de berdewam dike û kom bi kom girityên siyasî dest bi çalakiya bêdawî û bê dorveger dikin. Piştî çalakiya Guven, girtiyên PKK'ê û PAJK'ê di 27'ê Mijdarê de bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û Azadiya Ocalan bixwazin dest bi greva 10 roj dorveger û bêdawî kiribûn. Di 16'ê Kanûnê de jî li 6 girtîgehan 30 girtiyên siyasî bi heman armancê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bê dorveger kiribûn. Îro jî piştî li 4 girtîgehên herêma Ege 13 girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin, li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale jî 5 girtiyên din bi heman armancê dest bi çalakiya grevê ya bêdem û bêdorveger kirin. Girtiyan anîn ziman ku heta tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û Ocalan azad bibe dê çalakiya xwe berdewam bikin. Girtiyên ku ketin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger wiha ne: Sedat Alçiçek, Îsa İpeklî, Emrah Ubiç, Kerem Îmrak û Davut Onder. Girtiyan anîn ziman ku heta tecrîd bi dawî bibe dê çalakiya xwe berdewam bikin.