STENBOL - Şaxa PSAKD’ê ya Stenbolê, ji bo nûnerên saziyên Elewî yên di girtîgehan de xwest li ber Girtîgeha Sîlîvrî daxuyaniyê bide çapemeniyê, lê cendirmeyan destûr nedan.
Şaxa Komeleya Çanda Pir Sûltan Abdal (PSAKD) a Stenbolê, xwest ji bo nûnerên saziyên Elewî, rêveber û xebatkarên TV 10 a bi KHK’ê hat girtin ku nêzî salekêye girtîne, li ber Kampusa Girtîgeha Sîlîvrî daxuyanî bide çapemeniyê. Hevserokê PSAKD’ê Ganî Kaplan, rêveber û endamên PSAKD’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Cendirmeyên li ser girtîgehê destûr neda Şaxa PSAKD’ê daxuyanî bide.
Karmeravanê TV 10 Kemal Demîr ji 2’yê Kanûna 2017’an, Serokê Desteya Rêveberê TV 10 Velî Buyukşahîn, bernameker Velî Haydar Guleç ji 18’ê Çile ve û Seroka Şaxa PSAKD’ê ya Sariyerê Zeynep Yildirim jî ji 26’ê Tîrmehê ve li Girtîgeha Sîlîvrî tên girtin.