TEBQA - Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, diyar kir ku piştî biryara Trump şaneyên DAIŞ`ê çalakiyên xwe yên li dijî sivîlan û dibistanan zêde kirine.
Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, der barê biryara DYA û çalakiyên DAIŞ'ê de daxuyanî da. Rêveberiya Tebqa diyar kir ku piştî biryarê êrîşên DAIŞ'ê zêde bûne û wiha got: “Ji Koşka Spî daxuyaniyeke nişkave der barê vekişandina hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derket. Ev daxuyanî di demeke ku herêm di pêvajoyeke hesas re derbas dibe de, hat dayîn.”
Rêvberiya Tebqa da zanîn ku vekişîna DYA’yê dê derfetê bide DAIŞ`ê ku xwe ji nû ve bi rêxistin bike û hêza xwe kom bike û careke din herêmê bixe nava metirsiyê. Rêveberiya Sivîl ji rêveberiya DYA’yê xwest der barê vekişandina hêzên xwe de rewşê zelal bike. Rêxistina teror heta niha bi awayekî eşkere heye. Kom û şandeyan ava dike û di rojên dawîn de jî çalakiyên terorîst pêk anîn û dibistan û sivîl kirin hedefa xwe.”