AMED - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pevîn Bûldan, diyar kir ku daxwazên Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 49 rojin di greva birçîbûnê deye, daxwazên Kurdane.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Pervîn Buldan a beşdarî danişîna 4’emîn a doza Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji ber dijî operasyona TSK'ê yên li hemberî Efrînê bertek nîşan da û ji ber daxuyaniyên xwe û fealiyetên xwe yên KCD'ê di 31'ê Çileyê de hat girtin û li Dadgeha Cezayê Giran a 9'emîn a Amedê hat dîtin bû, di derketina edliyetê de derbarê rewşa Guven de daxuyanî da.
Bûldan bal kişande ser greva birçîbûnê ya Guven û wiha axivî: "Guven 49 roj in di grevê de ye. Leyla Guven ji bo ku balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo tecrîdê bike rojev dest bi greva birçîbûnê kiriye. Daxwazên Guven a li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 49 rojin di greva birçîbûnê de ye, daxwazên Kurdane."
'SEDEMA KRÎZÊ TECRÎD Û NEÇARESERÎ YE'
Bûldan bi domdarî têkilî krîza berdest a Tirkiyeyê wiha axivî: "Yek ji sedemên sereke yên krîz û kaosa Tirkiyeyê nêzîktêdayina li pirsa Kurd, girtîbûna nûnerên gelê Kurd û li Girtîgeha Imraliyê tecrîdkirina Ocalan e. Leyla Guven ne ji bo şertên xwe ketiye greva birçîbûnê. Ti daxwazeke wê ya wiha tine.
Ji ber ku nêzîktêdayina desthilata siyasî ya AKP'ê ya li Kurdan, jinan, HDP'yiyan baş dizane. Ji bo vê jî, hem bi nehatina dadgehê, hem jî bi nexwestina berdanê Leyla Guven gelek meseleyên ku divê mirov li ser raweste û gotûbêj bike destnîşan kiriye. Em jî dubare dikin; daxwaza Leyla Guven daxwaza me hemûya ne, ya bi milyonan mirovî ye. Tecrîd demildest divê rabe û demildest dawî li vê neheqî û nehiqûqiyê were."
'DAXWAZA ME HEMÛYAN E'
Bûldan herî dawî bi bîr xist ku 3 sal in destûr nayê dayin ku Ocalan parêzer û malbata xwe bibîne û got, "Em jî dixwazin ku demildest mijara tecrîdê bidin ber xwe, bikin rojeva xwe û demildest ji bo rakirina tecrîdê gav werin avêtin. Ev daxwaza me hemûyan e, daxwaza Kurdan, jinan, hemû alîgirên aştî û demorkasiyê, heq û hiqûqê ye. Ev daxwaza bi qasî ku neyê şikandin girîng e, bi qasî ku desthilatdar nikaribe bi destê xwe tehf bide.''