ÎZMÎR – Li girtîgehên herêma Egeyê ji 4 girtîgehan 13 girtiyan ragihand ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin e.
Li Girtîgeha Jinan a Şakranê, Li Girtîgeha Jimara 1’an û 2’yan ên Tîpa F a Kiriklarê û Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa T ya Şakranê îro 13 girtiyan ragihand ku ew ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin e.
Navê girtiyên dest bi greva birçîbûnê kirin e wiha ne:
* Girtîeha Jimara 1’an a Tîpa F ya Kiriklarê: Abdullah Oral, Erdal Polat, Samî Ozturk.
* Girtîgeha Jimara 2’yan a Tîpa F ya Kiriklarê: Halîs Daghan, Ozan Alpkaya.
* Girtîgeha Jimara 2’yan a Tîpa T ya Şakranê: Mehmet Durak, Nîhat Ekmez, Yakup Guneş, Tanju Yildirim, Ramazan Atabay.
* Girtîgeha Jinan a Şakranê: Rahşan Aydin, Gulten Akgul, Ebru Guden.