MÊRDÎN – Xebatkarên Tenduristiyê beriya danişîna "Doza Ambulansê ya Cizîrê" ku der berê 14 xizmetkarên tenduristiyê yên di serdema qedexeyan de alîkarî dabûn birîndaran doz li wan hatibû vekirin daxuyanî dan. Xizmetkarên Tenduristiyê diyar kirin ku ev doz bê hukum e.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di serdema qedexeya derketina kolanan de ji ber xizmetkarên tenduristiyê xwestin korîdora alîkariyê bê vekirin û bi ambulansê xwestin alîkarî bibin ji birîndaran re, der barê 14 xizmetkarên tenduristiyê de doz hatibû vekirin. Dozger bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê kiriye" doz vekiribû. 2'emîn danişîna "Doza Ambulansê ya Cizîrê" îro li 3'emîn Dadgeha cezayên Giran a Mêrdînê hat dîtin. Seroka Giştîya Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TİHV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Prof. Dr. Onur Hamzaoglu, Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan û ji gelek navendên cuda gelek kes bi armanca dozê bişopînin hatin Mêrdînê û tev li daxuyaniyê bûn. Beriya danişînê nûnerên rêxistinên demokratîk û sivîl li Parka Karayollari ya Artukluyê daxuyanî dan. Xizmetkarên tenduristiyê û nûnerên rêxistinên demokratîk pankarta “Mafê tenduristiyê û berpirsiyariya pîşeyi nayê darizandin" vekirin.
‘XIZMETA TENDURISTIYÊ NAYÊ ASTENGKIRIN'
2'emîn Serokê Yekîtiya Tabîbên Tirk Dr. Ali Çerkezoglu, diyar kir ku mafê tenduristiyê her dem mafê mirovan ê sereke ye û wiha got: "Ev maf li gorî demê nayê guhertin. Ev maf her dem heye. Em xizmetkarên Tenduristiyê, vê berpirsiyariya ku hempîyeyên me daye me, tenê bi dayîna bedelên ku em bidin mirovahiyê û me mafê tenduristiya mirovan parast wê demê em dikarin erka xwe pêk bînin. Divê em hurmetê nîşanî mafê nexweşan bidin. Divê em bi şeklê xweser pîşeyî û wîcdanê xwe vê rûbeta xwe berdewam bikin. Li Cizîrê bi sedan mirov û zarok rastî pirsgirêkên mezin ên tenduristiyê hatin. Em bi tabloyek ku bi sedan mirovên mafê wan ê tenduristiyê hatin binpêkirin re rû bi rû man. Mafê tenduristiyê hat astengkirin." Çerkezoglu anî ziman ku carek din dubare dike ku mafê tenduristiyê nayê astengkirin û wiha got: "Mafê tenduristiyê nayê astengkirin. Mafê jiyanî ye."
‘EV DOZ BÊ HUKUM E'
Endamê Rêveberiya Navendî yê SES'ê Fikret Çalagan jî daxuyanî da û diyar kir ku ev doza Cizîrê bê hukum e û wiha got: "Dema me xwest erka xwe ya tenduristiyê pêk bînin me hewl da erka xwe ya esasî pêk bînin. Ji ber ku me xwest erka xwe pêk bînin em niha tên darizandin. Lê divê ji ber vê erkê em neyên darizandin. Yên ku esil bên darizandin ew kesên ku mafê tenduristiyê asteng kirin in. Li vir bi sedan mirov hatin kuştin. Ji ber me bi milyonan kesan erka xwe li vir pêk neanî niha di walê wicdanî de em bêzar in. AKP ji bo ser sûcê xwe bigire do li xizmetkarên tenduristiyê vekiriye. Lê em dizanin ev doz bê hukum e. Kesên ku doz li wan bê vekirin nehatiye vekirin. Lê kesên erka xwe pêk anîye doz li wan hatiye vekirin.
Koma xizmetkarên tenduristiyê piştî daxuyaniyê derbasî salona edliyê bûn.