EDENE – Li navçeya Yuregîr a Edeneyê Sevda Ç. ji aliyê hevjînê xwe Harun Ç. ve bi îşkenceyê hat kuştin.
Li taxa Serînevler a navçeya Yuregîra Edeneyê Harun Ç. bi çakûçan li ser û çavê hevjîna xwe Sevda Ç. da û pişt re ew kêr kir. Harun Ç. bi îşkenceyek giran hevjîna xwe kuşt. Harun Ç. piştî hevjîna xwe kuşt ji cîranên xwe re got. Li ser îxbara cîranan polîs û xebatkarên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û cenaze ji bo otopsiyê rakirin moga Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê.
Harun Ç. ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û ew birin Miduriyeta Polîsan a Edeneyê.