AMED – Parlementera HDP’ê Remziye Tosûn, hilweşandin û qedexeya derketina kolanan a di 2’yê Kanûna 2015’an li navçeya Sûrê hat îlankirin û hîna jî berdewam dike, ji Wezîrê Derdor û Bajarvaniyê Mûrat Kûrûm pirsî.
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Amedê Rmeziye Tosûn, hilweşandin û qedexeya derketina kolanan a di 2’yê Kanûna 2015’an li taxên Cevat Paşa, Dabanoglu, Fatîh Paşa, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaş ên navçeya Sûra Amedê hatin îlankirin û hîna jî berdewam dike, bir rojeve Meclîsê. Tosûn, diyar kir ku Serokatiya Îdarî ya Avahiyên Giştî (TOKÎ) bi lez û bez hemû qadên Sûrê kir malê dewletê. Tosûn, da zanîn ji bo betalkirina vê biryarê ligel li gel dozên heyî jî, hilweşandin berdewam dike.
Tosûn, hilweşandin û qedexeya derketina kolanan a li navçeya Sûrê hîna jî berdewam dike, ji Wezîrê Derdor û Bajarvaniyê Mûrat Kûrûm pirsî.
Tosûn ev pirs ji Wezîr Mûrat Kûrûm kirin:
“*Qedexeya derketina kolanan a li navçeya Sûrê ya Amedê di 2’yê Kanûna 2015’an de hat îlankirin û weke qedexeya herî dirêj a cîhanê tê zanîn dê çi demê bi dawî bibe?
*Avahiyên TOKÎ nû avakirin çend metrene û bedela her metreyekê çiqase?
*Malbatên ku bi darê zorê ji taxên xwe hatin derxistin û bedela xaniyên xwe qebûl nekirin, di çarçoveya bajarvaniyê de, dê malên nû ji bo wan bên dayîn?
*Naveroka bajarvaniyê ya li taxên Alîpaş û Lalebey çiye? Li Alîpaşa û Lalebey dê çend xanî, otelên bûtîk, kafe, otel û hwd bên çêkirin?
* Ji 8 taxên Sûrê çend malbatan bi darê zorê koç kirin û ji bo van malbatan heya çi demê alîkariya kirê hat dayîn?
* Gelo çend avahiyên TOKÎ ji bo malbatên ji 8 taxên Sûrê koçber kirin, mal hatin dayîn?”