‘Zarokên li Girtîgeha Sincanê berî bûyerê rastî ledana gardiyanan hatibûn'

  • rojane
  • 12:49 26 Kanûn 2018
  • |
img
ENQERE - Endamê Komîsyona Girtîgehan a Baroya Enqereyê Prz. Fatih Gokçe, têkildarî zarokên li Girtigeha Zarokan a Sîncanê rastî muameleya xerab hatine agahiyên nû parve kirin. Gokçe, diyar kir ku piştî bûyera 21'ê Kanûnê bi 4 zarokan re axivî û wiah got: "4 zarokên ku me bi wan re hevdîtin kir, diyar kirin ku zarok berê ji aliyê gardiyanan ve rastî lêdanê hatibûn." 
 
Li Girtîgeha Zarokan a Sincanê ya Enqereyê di 21'ê Kanûna 2018'ê di saetên êvarî de bûyer derketibû. Serdozgeriya Komarê ya ENqereyê, diyar kiribû ku di bûyerê de 6 zarok û 14 gardiyan birîndar bûne. Piştî bûyerê di roja ewil de parêzeran xwest biçin bi zarokan re hevdîtin bikin lê nekarîbû hevdîtinê bikin. Roja dîtir Endamên Komîsyona Girtîgehan a Baroya Enqereyê çûn bi zarokan re hevditin kirin. Endamê Komîsyona Girtîgehan a Baroya Enqereyê Prz. Fatih Gokçe, têkildarî zarokên li Girtigeha Zarokan a Sîncanê rastî muameleya xerab hatine agahiyên nû bi Ajansa Mezopotamya (MA) re parve kirin. Gokçe, diyar kir ku piştî bûyera 21'ê Kanûnê bi 4 zarokan re axivî û wiah got: "Di 21'ê Kanûnê de piştî bûyer hat bihîstin em bi lez çûn girtîgehê. Ji parêzerê ewil çû cihê bûyerê ez bûm. Ez ji nîzamiyê derbasî hundir bûm. Min got ez hatime girtîgeha zarokan. Lê ez nexistim hundir. Ji ber bûyerê ez negirtim hundir. Ewil gotin serwîs tune ye. Min got ezê bimeşim. Piştre telefonî îdareya girtîgehê kirin. Lê ji bo ku min nexin girtîgehê ketin nava hewldanan. Rêveberiya Girtîgehê ji gardiyanan re got 'Kesî nexin hundir. Ez nexistim hundir. 
 
‘BI ŞEV 7-8 AMBULANS KETIN GIRTÎGEHÊ Û DERKETIN'
 
Gokçe, anî ziman ku serpêhatiyên xwe bi rêveberiya baro û parêzerên din re parve kir û wiha got: "Piştre ji baroyê heyetek hat. Lê we jî li nîzamiyê rawestandin û nexistin hundir. Heta nîvê şevê li ber girtîgehê rawestiyan. Dema ez li nîzamiyê bûm 7-8 ambulan ketin û derketin. Tev diçûn girtîgeha zarokan. Maşîneyên sewqa taybet diçûn û dihatin. Roja dîtir ez dîsa çûm girtîgehê. Min xwest bi muwekilê xwe yê zarok re hevdîtin bikim. Ez demek dirêj rawestandim. Agahiyên nasnameya min girtin. Gotin 'Hûn kî ne? Em dê lêpirsîna we bikin' Piştre ez fêr bûm ku muwekilê min ji ber bûyerê duh sewq kiribûn. Agahî nedan ku ew birine ku. Ji ber vê yekê min nekarîbû bi muwekilê xwe re hevdîtin bikim. 
 
‘HÊJ EM NAVÊ ZAROKÊN MEXDÛR BÛNE NIZANIN'
 
Gokçe, destnîşan kir ku piştî heyeta Komîsyona Girtîgehan a Baroya Enqereyê û parêzerên ji Navenda Mafên Zarokan hatin dîsa çûn girtîgeha Zarokan. Gokçe, anî ziman ku nêzî 3 saetan hatin rawestandin. Piştre em çûn bi zaroken din re me hevditin kir. Me nekarîbû bi zarokên mexdûr re hevdîtin bikin. Me bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir. Lê me nikarîbû bi zarokên mexdûr re hevdîtinê bikin. Me nafê zarokên mexdûr jî fêr nekir. Tevî hemû hewldanan em hêj navê zarokên mexdûr nizanin."
 
RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ LI MALBATÊN ZAROKAN JÎ NEGERIYA
 
Gokçe, anî ziman ku rêveberiya girtîgehê diyar kiriye ku bûyer pir mezin hatiye nîşandan û wiha got: "Rêveberiya girtîgehê gotin 'Bûyerek wisa mezin tune ye.Çapemeniyê pir mezin kiriye'.  Gotin weliyên zarokan li me negeriyan. Ev ji xuya dike ku zarokên li vê girtîgehê zarokên bê xwedî ne. Di heman rojê de parêzer bi 4 zarokên bûne şahid re hevdîtin kirin. Zarokan diyar kirin ku zarokên mexdûr berê jî rastî lêdanê hatine. Zarok tirsiyan ku agahiyên zelal û saxlem bidin. Zarokekî diyar kir ku wî piyê gardiyanekî bi xwîn dîtiye. Ew xwîn îhtîmalek mezin ne ya gardiyan bû. Bawerim zarok tirsandin û ji ber vê yekê zarokan her tişt negot. 
 
ZAROK FÊRÎ MUAMELEYA XERAB KIRINE
 
 Gokçe, da zanîn ku wî ferk kir ku zarok fêrî muameleya xerab kirine û êdî muameleya xerab ji bo wan bûye tiştekî ji rêzê. Gokçe, wiha got: "Zarok êdî muameleya xerab a gardiyanan tiştekî xwezayî û ji rêzê dibînin. Dema min pirsî çima gardiyan li we dixin. Zarok got "Em bi roj radikevin. Divê em rakevin. Ji ber ku em radikevin tê li me dixin. Zarokan diyar kirin ku gardiyan her dem li wan dixin. 4 zarokên ku me bi wan re hevdîtin kirin diyar kirin ku gardiyan her dem li wan dixin. Rêveberiya girtîgehê jî nexwest agahiyan bidin. Li hundirê kampusê me bi kesên din re hevditin kirin. Wan jî diyar kirin ku 10-15 otobusan zarok şandin nexweşxaneya kampusê. Lê dema me ev ji rêveberiya girtîgehê pirsî, ev yek înkar kirin. Lê gotin 6  zarokan êrîşî wan kirine û 7-8 gardiyan birîndar bûne. Berî bûyer pêk bê zarok rasti lêdana gardiyanan hatibûn." 
 
Gokçe, destnîşan kir ku hem Komîsyona Girtîgehan a Baroya Enqereyê û hem jî Navenda Mafên Zarokan bûyerê dişopînin û dê heta dawî bişopînin. Gokçe, anî ziman ku berê jî dişopandin û ji niha û şûnde jî dê bişopînin û bi rêxistinên sivîl ên mafên mirovan dişopînin re têbikoşin.
 
MA / Berivan Altan
 
 

Sernavên din

29/12/2018
10:09 Şovalyeyên keda 2018’an berxwedana xwe dê di sala nû de jî bidomînin
09:58 Di 7 salên bêedalet derbas bûn de, êşên xwe bi kevirê goran derbas kirin
09:25 Qeyûm 14 erseyên şaredariyê difiroşe
09:24 Pêşnûmaya zimanê zikmakî ya HDP'ê: Li gorî serdam 26'an guncav bû, lê li gorî ya 27'an ne guncav e
09:23 Rojê tenê tasek ava bi şekir û lîmonê didin girtiyê di hucreyê de
09:23 Ozsoy: Eger Tirkiye êrîş bike wê têkeve nav çiravê
09:22 'Gel dê panzêrên li ber şaredariyê rake'
09:21 Topûz: Çapemenî veguheriye amûra propagandaya îktîdarê
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2018'AN
28/12/2018
21:02 Dayika Aştiyê Meryem Ozcan jiyana xwe ji dest da
20:10 Fîgen Yuksekdag dest bi greva birçîbûnê kir
16:41 Dayikên Aştiyê: Tecrîdê rakin bila şer bi dawî bibe
16:31 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
16:08 Bîranîna Tahîr Elçî birin Roboskî: Heta kujer bên darizandin em ê têbikoşin
15:53 DTO ji bo girtiyên di grevê de muayene bikin bi dozger re hevdîtin kirin
15:51 Girtiyê li Panosê: Her şev bi ser qawîşên me de digirin
15:15 Rêyên 292 gund û gomên Colemêrgê ji ber berfa zêde hatin girtin
15:14 Li Edenê ji jinên girtî re kartên sersalê şandin
15:07 ‘Em ê pêşiya Komkujiya Roboskî bernedin’
14:34 Buldan: Qatil diyar in
14:21 Kordînasyona piştevaniya grevên birçîbûnê hat avakirin
Turkdogan: Divê bêhiqûqiya li Îmraliyê bê rakirin
13:49 Namzetê HDP'ê Bîlgen: Em ê li Qersê rêça şêwrê bidomînin
13:48 Malbatên Roboskî: Ji bo edaletê em ji nû ve dest bi her tiştî bikin
12:50 YPG’ê banga Minbicê li hikumeta Sûriyeyê kir
12:12 Dozger xwest Parlamenter Aydenîz bê girtin
11:55 Di salvegera 7'emîn de li Roboskiyê êş û hêrs serdest e
11:30 Di salvgera komkujiyê de der barê Encu de doz hat vekirin
10:45 'Serlêdana jinan veguherî çalakiyek rengîn’
10:13 KCD: Li xwe mikur hatin jî lê kes nehatiye darizandin
09:44 Unsal: Sedsal nikare kurdan tune bihesibîne û kurd jî vê qebûl nakin
09:26 Bi hinceta wê di rojnameya hatiye girtin nivîskariyê bike hat girtin
09:24 Li Sûrê stûnên dîrokî di çêkirina avahiyên nû de tên bikaranîn
09:24 Aborîzan Tanyilmaz: Wê şer krîza aborî kûrtir bike
09:22 Projeya bi milyonan hat çêkirin berba bû!
09:21 Nêçîrvan ew birîndar kir, ew jî wê derman dikin
09:20 'Roj heye tenê heqê nan bi dest min dikeve'
09:20 Li hemamê ji ber bi kurdî axivî telak bi lûfkirinê ew derb kir
09:09 Rektorê El-Kamil fi’t-Tarihê tehrîf kir hîn jî bêdeng e
Farqînî: Bi vê dixwazin di dîrokê de ji kurdan tu şop nemîne
09:08 Ji kundiran hunera awarte
09:07 Heskîf reng û ruyê xwe yê dîrokî winda kir
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2018'AN
27/12/2018
17:33 Temellî: Bêyî derengbûnê em deng bidin dengê Leyla Guve
16:17 Di konferansa Jinan a Minbîcê de berxwedana jinan hat nirxandin
16:07 Li Dersimê rêya 222 gundan hat girtin
16:03 Rêxistinên Civakî yên Wanê: Beriya dereng bimîne gavan bavêjin
15:25 DEDEF: Bila Serokê me yê Giştî Alî Haydar Ben bê berdan
15:13 ÎHD: Ya ku li Sakaryayê hate kirin êrîşek nîjadperestî ye
15:05 Parêzeran dawî li Nobeta Edaletê anî
15:02 Hekîm parastinê dikin: Em dê parastina aştiyê bidomînin
14:57 'Faîlên Roboskî derbixin holê'
14:13 Di lêpirsîna li dijî 170 navan de geşedanek suprîz
14:08 Zilamê ku hevjîna xwe kuşt parastina tê zanîn kir
13:36 1'emin Konferansa Jinan a Minbicê dest pê kir
13:18 Çalakiya Leyla Guven di roja 50’emîn de berdewam dike
13:17 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
13:13 Bijîşkên tên darizandin: Me rêgezên gerdûnî parast
12:58 Li Girtîgeha Antalya îdîaya şewbê
11:18 Turkdogan: Dozger xwe tekzip kir
10:46 Encu ji bo Roboskî bang piştevaniyê kir
10:26 Girtiyên li Kirikkale greva xwe vediguherînin bêdawî û bêdorveger
10:09 Li Amedê di sektora înşeatê de ji sedî 53 kêmbûn çêbû
09:30 'Tirkiye pişta xwe dide eşîrên herêmê'
09:21 ‘Ger daxwaza me neyê qebûlkirin em ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem bikin'
09:20 Tevî heywanên xwe di axure de dijî
09:19 Arslan: Qeyûm deynan taloqî piştî 2019'an dikin
09:18 Ji ber baranê nikarin garis û pemboyê xwe biçinin
09:18 Girtîgehê ji bo pêdiviyên girtiyan 'kota' diyar kir
09:17 AYM'ê bêyî hinceta serlêdana li Îmraliyê red kir
09:16 'Em ê di 31'ê Adarê de nîşan bidin ka îrade çî ye'
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2018'AN
08:37 Qedexeya li 7 gundên Licê rabûn
08:20 Li 14 bajaran ji ber barîna berfê dibistan ketin betlanê
26/12/2018
18:11 14 xizmetkarên tenduristiyê ji 'Doza Ambulansê ya Cizîrê' beraet kirin
17:18 5 girtiyên din dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin
16:35 Destûr nedan daxuyaniya endamên PSAKD’ê
16:28 Jinan karkerên Flormarê ziyaret kirin
16:01 Bav û kurek li Sîlopî hatin girtin
15:51 Rêveberiya Sivîl a Tebqa: Piştî biryara Trump çalakiyên DAIŞ`ê zêde bûn
15:45 Bûldan: Daxwaza Guven daxwazên Kurdane
15:33 Li 4 girtîgehan 13 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
15:31 Beriya 'Doza Ambulansê ya Cizîrê' bang kirin: Ev doz bê hukum e
15:04 Li Wêranşarê jinek hat kuştin
13:50 Meclîsa Bakurê Sûriye: Heke Tirkiye êrîş bike dê DAIŞ dîsa xurt bibe
13:39 Li Edeneyê jinek bi îşkenceyê hat kuştin
13:21 Qedexeya herî dirêj a cîhanê bir Meclîsê
13:18 Ebû El-Erac: Gelê Minbiçê dest ji axa xwe berneda û bernade
12:49 ‘Zarokên li Girtîgeha Sincanê berî bûyerê rastî ledana gardiyanan hatibûn'
12:41 Leyla Guven nehat berdan
12:41 Dozger ji rojnameger Kobulan re ceza xwest
12:13 Çalakgerên greva birçîbûnê hatin derpkirin: Dengê me bibihîsin
11:54 4 girtiyên jin li Burhaniyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin
11:53 Danişîna Leyla Guven dest pê kir
11:52 Parazvana aştiyê ya berxwedêr: Hedlê Ogur
11:46 Li Sîncanê 3 jinan dest bi çalakiya greva bêdawî kir
11:42 Li Minbicê asayîş berkemal e!
10:58 Daxwaza hevdîtina 775’emîn jî hat redkirin
10:51 Kanar ê ji sedî 92 astengdar e û di 'Hepsa malê' de ye 21 meh in nayê dermankirin
10:47 HDP’ê banga qeydê li hilbijêran kir: Dengek dikare encamê biguherîne
10:23 Li Licê piştî rojekê dîsa derketina derve hatin qedexekirin
10:18 Taşdemîr: Em ê feraseta şaredarîtiya jinê veguhezînin eniya Tirkiyeyê jî