AMED - Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê, hemû daxwazên berdana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Ocalan 49 rojin di greva birçîbûnê deye, red kirin û biryara berdewam kirina girtina wê da.
Danişîna 4’emîn a doza Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji ber dijî operasyona TSK'ê yên li hemberî Efrînê bertek nîşan da û ji ber daxuyaniyên xwe û fealiyetên xwe yên KCD'ê di 31'ê Çileyê de hat girtin, ji 25 salan heta 46 sal û nîvan bi cezayê girtîgehê tê darizandin, dibin tedbîrên ewlekariya zêde li Dadgeha Cezayê Giran a 9'emîn a Amedê tê dîtin.
Ji ber salona danişînê teng bûn, dirizandin li salona taybet a ji bo 152 siyasetmedarên Kurd ên ji Doza KCK’ê dihatin darizandin hatibû çêkirin hat dîtin.
GUVEN BEŞDARÎ DANIŞÎNÊ NEBÛ
Guven a ku 49 rojin li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa E Amedê di greva birçîbûnê deye, beşdarî danişînê nebû. Hevserok Giştî9 ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Parlementerên HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Selçûk Mizrakli, Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Semra Guzel, Ebru Gunay, Meral Daniş Beştaş, Salîha Aydenîz, Mûsa Farîsogûlları, Dîlan Dirayet Taşdemir, Remziye Tosûn, Tayîp Temel, Omer Faruk Gergerlioglu, Hişyar Ozsoy, Îmam Taşçier, Aktîvîstên TJA’, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) Mehmet Arslan, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovanm (ÎHD) ê Ozturk Turkdogan, Hevberdevkê Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) ê Onur Hamzaoglu û zarokên Guven beşdarî civînê bûn.
SEROKÊ DADGEHÊ HAT GUHETIN Û GUVEN BEŞDARÎ DANIŞÎNÊ NEBÛ
Bi destpêkirina danişînê re hat dîtin ku serokê dadgehê hatibû guhertin. Leyla Guven a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 49 rojin di greva birçîbûnê deye, beşdarî danişînê nebû.
DOZGER XWEST ‘GIRTÎ BIMÎNE’
Dozger danişînê, bi hinceta “rewşa delîlên heyî” xwest girtina Guven berdewam bike.
PARÊZER DIXWAZIN DOZÊ BIŞOPÎNIN
Parêzera Guven Reyhan Yalçindag, ji dadgehê xwest ku daxwaza parêzerên dixwazin Guven biparêzin, di girtigehan de bê nivîsandin. Yalçindag, diyar kir ku ger destûr neyê dayîn parêzer Guven biparêzin, dê ev bêmafiya herî mezin be. Serokê Dadgehê, navê parêzerên li salonê diminin derbasî girtekê kir, lê dûrê got dê dadgeh biryar bide kîjan parêzer parastinê bike. Şandeya dadgehê, diyar kir ku di çarçoveya madeya 49’emîn de, herî kêm 3 parêzer dikarin parastina sûcên karên rêxistinê bikin û daxwaza parêzeran red kir.
'PÎVANA DARIZANDINA ADÎLANE HATIYE BINPÊKIRIN'
Parêzer Reyhan Yalçindag diyar kir ku ji destpêka dozê ve pîvana darizandina adîl hatiye binpêkirin û bi bîr xist ku ne tenê Guven her wiha Îdrîs Balûken û siyasetmedarên din jî tên darizandin.
Yalçindag diyar kir, dosya hiqûqî nîne, siyasî ye û got, "Dadgeh bi wê erkê radibin ku siyaseta Kurd bi rê û rêbazên cuda ji holê rake." Yalçindag bi bîr xist, wekîlê CHP'yî (Enîs Berberoglû) tevî ku hikum xwar jî hate berdan û bernedana Guven rexne kir. Yalçindag diyar kir ku wê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin.
PARÊZERAN BIRYARA DADGEHÊ ÎTÎRAZ KIRIN
Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, bal kişand ser KHK’ê û got: “Ev qanûn di çarçoveya KHK’ê de hatiye derxistin û sûçên derberê Guven de jî ne di çarçvoeya karên rêxistinê deye.”
Parêzer Cemîle Tûrhalli Balsak û Şivan Cemîl Ozen jî xwestin, mexdûriyeta hiqûqî ya ku rê li ber hatiye vekirin, ji holê bê rakirin.
RÛNIŞTIN HAT TALOQKIRIN
Heyeta dadgehê bi bi hinceta "gumana xurt a sûc" biryar da ku Guven girtî bimîne û dûre danişîn taloqî 25'ê Çileya 2019'an kir.