STENBOL – Dozger di danişîna ewil a doza nûçegihanê me Yasîn Kobulan de xwest bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” bê cezakirin.
Bi îdiaya “Bi şiklê li pey hev propaganda rêxistinê kiriye” doz li nûçegihanê ajansa me Yasîn Kobulan hatibû vekirin. Danişîna ewil a doza Kobulan li 30’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Kobulan û parêzerên xwe Ozcan Kiliç û Sercan Korkmaz di danişînê de amade bûn û gelek rojnamegeran doz şopand.
PARVEKIRIN XEBATÊN ROJNAMEGERIYÊ NE
Kobulan di danişîna xwe de destnîşan kir ku hemû parvekirinên wî yên li ser medya civakî di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de bûn e û tewanbariya xwe qebûl nekir û berata xwe daxwaz kir.
Parêzer Sercan Korkmaz û Ozcan Kiliç jî diyar kirin ku parvekirinên miwekîlê wan di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de ne.
DOZGER CEZA XWEST
Dozgerê dozê Mustafa Guner diyar kir ku di der barê esas de mutala xwe amade kiriye û li ser UYAP’ê ji dadgehê re şandiye. Dozger xwest Kobulan bi îdiaya “Bi şiklê li pey hev propaganda rêxistinê kiriye” bê cezakirin.
Heyeta dadgehê ji bo parastina der barê esasê dozê de bê kirin danişînê taloqî 8’ê Adara 2019’an kir.