AMED - Li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê, Cengaver Aykûl ê ket greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger sîrgûnê Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Xerpîtê hat kirin û bi lêdanê avêtin hucreya yek kesî de. Aykûl ê hat derpkirin banga hestiyariyê li araya giştî kir.
Girtî Cengaver Aykûl ê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 11 rojin di çalakiya greva bîrçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye, berî du rojan ji Girtîgeha Tîpa L a Patnosê, sîrgûnê Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Xerpîtê hat kirin. Hat diyar kirin ku Aykûl li Girtîgeha Xerpîtê hat derpkirin û avêtin hucreya yek kesî. Hat destnîşan kirin ku rayedarên girtîgehê rojê tenê ji bo carekê şekir û lîmon didin Aykûl û ji derveyî vê tiştekê din navinê.
Aykûl ê îro bi telefonê li malbata xwe geriya, bi gotina “Dengê me bibihîsin” banga hestiyariyê li raya giştî kir. Dîsan Aykûl daxwest ku dimildest şandeyek ji parêzeran pêk tê biçin girtîgehê û derbarê rewşa wan de agahî bigirin.
Hat zanîn ku li ser banga Aykûl, Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, parêzerek şandin Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Xerpîtê.