ÎZMÎR – Li Girtîgeha Tîpa T a Burhaniyeya Balikesîrê 4 jinan ragihand ku wan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin e.
Li Girtîgeha Tîpa T a Bûrhaniyeya Balikesîrê jinên girtî Fîgen Şahîn, Emîne Kiliç, Gulîstan Tekîn û Çîgdem Şakar ragihandin ji bo tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin ev 6 roj in dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdem kirin e. Li ser navê girtiyan Fîgen Şahîn bi rêya xwişka xwe Nîrgûl Turhal peyam şand û got heta ew encamekê bi dest bixin dê çalakiya xwe dewam bikin. Şahîn da zanîn ku sala nû dê bibe sala serkeftina berxwedana wan û daxwaza Leyla Guven daxwaza wan e.