AMED - Danişîna 4’emîn a doza Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 49 rojin di greva birçîbûnê deye, dibin tedbîrên ewlekariya zêde dest pêkir.
Danişîna 4’emîn a doza Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji ber dijî operasyona TSK'ê yên li hemberî Efrînê bertek nîşan da û ji ber daxuyaniyên xwe û fealiyetên xwe yên KCD'ê di 31'ê Çileyê de hat girtin, ji 25 salan heta 46 sal û nîvan bi cezayê girtîgehê tê darizandin, dibin tedbîrên ewlekariya zêde dest pê kir. Danişîn Guven li Dadgeha Cezayê Giran a 9'emîn a Amedê tê dîtin. Ji ber salona danişînê teng bûn, dirizandin li salona taybet a ji bo 152 siyasetmedarên Kurd ên ji Doza KCK’ê dihatin darizandin hatibû çêkirin hat dîtin.
GUVEN BEŞDARÎ DANIŞÎNÊ NEBÛ
Guven a ku 49 rojin li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa E Amedê di greva birçîbûnê deye, beşdarî danişînê nebû. Hevserok Giştî9 ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Parlementerên HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Selçûk Mizrakli, Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Semra Guzel, Ebru Gunay, Meral Daniş Beştaş, Salîha Aydenîz, Mûsa Farîsogûlları, Dîlan Dirayet Taşdemir, Remziye Tosûn, Tayîp Temel, Omer Faruk Gergerlioglu, Hişyar Ozsoy, Îmam Taşçier, Aktîvîstên TJA’, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) Mehmet Arslan, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovanm (ÎHD) ê Ozturk Turkdogan, Hevberdevkê Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) ê Onur Hamzaoglu û zarokên Guven beşdarî civînê bûn.
SEROKÊ DADGEHÊ HAT GUHETIN
Hat diyar kirin ku serokê dadgehê hatiye guhertin. Danişînê dest pê kir û parêzerên Guven dest bi parastinê kirin.