RIHA - Li Rihayê ji 47 kesên ku bi armanca li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin û piştgiriye bidin çalakiya Leyla Guven tev li çalakiya grevê bûn jê 5 kes hatibûn girtin. Yek ji kesên hatin girtin Hedlê Ogur a 46 salîye. Ogur, ku her dem berxwedanê hildibijêre, her dem li dijî zext û zordariyan ji bo aştiyê têkoşiya.
Li avahiya HDP'ê ya Rihayê endam û rêveberên HDP'ê û nûnerên rêxistinên civakî; ji bo tecrîdê şermezar bikin û piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo 3 rojan ketibûn greva birçîbunê. Li Rihayê piştî çalakiya greva birçîbunê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan polîsan bi ser avahiya HDP'ê de girtibû û 47 kes binçav kiribun. Ji 47 kesên hatin binçavkirin jê 5 kes hatibûn girtin. Yek ji kesên hatin girtin Dayika 46 salî Hadle Ogur e. Polisan dema bi ser mala Hedlê Ogur de girt, nameyên ji girtîgehê hatine, wêneyên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane û rengê kesk, sor û zer delîl nîşan dan. Hedlê Ogur, bi salan e di nava tekoşîna kurd de cihê xwe digire û di hemû çalakiyan de derdikeve pêş. Keça Ogur, Hilal Ogur, di sala 2010'an de dema Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan hat Rihayê û neheqî li kurdan kir, hêj 18 salî bû tev li PKK'ê bû. 7 meh şûnde Hîlal Ogur ji ber gaza jeneratorê jahrînî bû û jiyana xwe ji dest dabû. Lê medya hawiz îdîa kir ku ‘Rêxistinê înfaz kiriye' Serokomar Erdogan jî gotinên medya dubare kiribûn. Hedlê Ogur, bertek nîşanî Erdogan da û gotibu "Keça min bertek nîşanî te da û derket çiya. Bila dilê dayikên din wekî dilê min neşewite. Ji bo dilê dayikan neşewite min biryar da bibin Dayika Aştiyê. Ji wê rojê heta niha çarika spî da serê xwe û tev li xebatên Meclîsa Dayikên Aştiyê bû.
Keça Hedlê, Sumeyye jî di sala 2011'an de da şopa xwişka xwe û tev li PKK'ê bû. Kurê wê Îbrahim jî piştî lîse xelas kir hat girtin. Piştî 6 salan girtî ma tev li YPG'ê bû. Niha jî Hedlê Ogur ji ber tev li çalakiya grevê bû hat girtin. Hevala Hedlê Ogur a taxê Meyaser Korkmaz, qala Hedlê kir û wiha got: "Ez Hedlê ji 6 salî ve nas dikim. Zarokantiya me bi hevre derbas bû. Piştî zewicî hem li dijî hevjînê xwe û hem jî dijî kêmasiyên civakê têkoşiya. Di salên 80 û 90'an de tevî birayên xwe hat girtin. Hadlê hêj wê demê di ferqa gelek tiştan de bû. Piştî zarokên wê jî tev li têkoşînê bûn bêtir ket nava têkoşînkê. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdara 2015'an de Weki namzeta HDP'ê ya Rihayê hat nîşandan."
Ozgur Can Altıngul jî ku xwe wekî kurê wê yê manevî dibîne diyar kir ku li şûna Ogur li malê rûnê li kolanan xebatên hilbijartinê dimeşîne. Altingul, diyar kir ku ligel wê gelek caran rêwîti kir û her ku derdiketin rê çandeyek mezin davêt pişta xwe û ji bo rêwîtiyê çante tije xwarin dikir. Dema diçû mîtîng û kongreyan jî gelek xwarin bi xwe re dibir ku yên beştarî mîtîng û kongreyan dibin bixwin. Ew dayika Aştiyê bû. Tu carî ji sekn û çanda xwe tawîz neda. Dema keça wê jiyana xwe ji dest da jî negiriya. Li şûna girî rêya berxwedan û têkoşînê hilbijart. "
Kurê wê Bilal Ogur jî diyar kir ku piştî ji malbata wê tev li partiyê bûn diya wî bêtir tev li têkoşînê bû û xebatên têkoşînê ji nêzîk ve meşand û wiha got: "Dayika min her tem di nava xebatê de bû. Her dem karê wê zêde bû. Piştî hat girtin jî ji bo me tiştek nehat guhertin. Ji ber ku berê jî di nava tekoşînê de bû û niha jî di nava têkoşînê de ye. Girtîgeh jî qada tekoşînê ye."