MINBIC – Piştî biryara “Em vedikişin” a DYA’yê, hemû awir zivirîn ser Minbicê û duh hatibû gotin hêzên rejîmê Minbicê xistine bin kontrola xwe. Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebu Adil got Minbic û derdora wê di bin kontrola wan de ye.
Piştî biryara “Em ji Sûriyeyê vedikişin” Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) li qada Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevgerbûyîn zêde bû. Li herêmê hêj tiştek zelal nîne. Tirkiye çavê xwe berdaye Minbicê. Çapemeniya Tirk jî “Rojhilatê Firatê” dixe rojevê û bi van nûçeyan re destwerdana li dijî Minbicê her roj di rojevê de ye. Yekîneyên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) ji hêla Cerablûs, Bab û Efrînê ve dest bi sewqiyata eskerî kir. Destwerdana li dijî Minbicê gav bi gav germ dibe û çapemeniya Tirk jî mijarê anî heta operasyonek hevbeş a bi DYA’yê re.
Duh Ajansa Andolu nûçeya “Qesabaya Arîma ket bin kontrola rejîma Sûriyeyê” serwîs kir. Jixwe ji roja herêm ji aliyê QSD’ê ve ji destê DAIŞ’ê azad kir, hêzên rejîmê li derdorê hatibûn bicihkirin. Rastiya hêzên rejîmê ya li herêmê ji nû ve tê dîtin. Bajaroka Arîma ku di bin kontrola Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de ye bi Babê ya di bin kontrola OSO û TSK’ê de ye bi hev re cîran in.
‘LI MINBICÊ HEWAYEK WIHA NÎNE’
Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Adil diyar kir ku Tirkiye dixwaze li herêmê tevlîheviyê derxe û got: “Îdiayên der barê Minbicê de rast nînin. Bajar di bin kontrola me de ye. Li Minbic û derdora wê tevgerek heye. Li ser çapemeniyê dixwazin wek kul i Minbicê şer an jî êrîş heye têgihiştinekê çêbikin. Hewayek wisa nîne. Ev rewş ji aliyê çapemeniya Tirkiyeyê vê li pêş xistin. Divê gelên me ji vê yekê bawer nekin. Amadekariyê wan hebe, yê me jî amadekariyên me hene. Em ê parastina gelên xwe dewam bikin.”
‘REJÎM JI BERÊ VE LI WIR E’
Adil hatina nû ya hêzên rejîma Sûriyeyê ku hêj nû hatine herêmê derewand û wiha got: “Li vê herêma behsa wê tê kirin, ji berê ve jî hêzên rejîma Sûriyeyê hebûn. Ji roja me Minbijê ji DAIŞ’ê paqij kir ve rejîm li wir e. Tenê hêz sewqiyatî qada xwe kirin.”
MA / Nazim Daştan