RIHA - Aziz Kanar ê ji sedî 92 astengdar û rastî cezayê "Hepsa Malê" hatiye 21 mehin nikare derman bibe. Kanar ku hêj îdîanameya wî nehatiye amadekirin nikare biçe nexweşxaneyê.
Li navçeya Wêranşar a Rihayê Aziz Kanar ku di qezayê de birîndar bû û ji sedî 92 astengdar e, piştî bi îdîaya "Rêxistin ava kiriye" û "Tev li çalakiyên bi çek bûne" hat girtin, rastî cezayê "Hepsa Malê" hat. Kanar 21 mehin di "Hepsa Malê" de tê girtin û ji ber hepsa malê nikare bê dermankirin. Kanar di nava salên 2015-2017'an de bi îdîaya "Rexistin ava kiriye" û "Tev li çalakiyên bi çek bûye" 4 caran hat binçavkirin. Piştî hat binçavkirin herî dawî 21 meh bere dadgehê cezayê "Hepsa Malê" li Kanar birî û Kanar 21 mehin di hepsa malê de ye. Kanar, diyar kir ku ji ber cezayê hepsa malê nikare derman bibe û xwest demek berî demekê cezayê wî rakin.
Kanar, da zanîn ku polîs çûne nexweşxaneyan û gotine “Aziz Kanar di Hepsa malê de ye nikare bê nexweşxaneyê û rê li pêş wî ya dermankirinê girtine. Kanar, anî ziman ku nikare li malê derman bibe û ji ber hepsa malê nikare derkeve dervê malê jî.
Kanar, da zanîn ku 21 mehin girtî ye, lê hêj îdîaname nehatiye amadekirin û bêyî biryar bê dayîn tê cezakirin.