ÊLIH – Endamê Komîsyona Hilbijartina HDP’a Êlihê Necmî Dîlmaç ji bo çêkirina qeyda cihên dengê xwe bikar bînin bang li tevahiya Elihê kir û got: “Dengek dikare encamê biguherîne.”
Ji bo çêkirina cihê qeyda dengan a hilbijartina herêmî tenê 5 roj man. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo vê hesasiyetê bang li hilbijêran dike. Endamê Komîsyona Hilbijartina HDP’ê ya Êlihê Necmî Dîlmaç têkildarî mijdarê hişyariya çêkirina cihê qeyda dengan li êlihiyan kir û xwest heta 31’ê kanûnê her kes biçe miduriyetên nifûsê serlêdanên xwe bikin û cihên dengên xwe çêbikin. Dîlmaç da zanîn ku dengên li derve herî zêde yên navçeyên Hezo, Kercews, Qubîn û Heskîfê ne û got: “Em hêvî dikin dê hev hemwelatiyên me bi hesasiyetek mezin tevbigerin û xwedî li dengên xwe derkevin.”
‘DENGEK ENCAMÊ DIGUHERÎNE’
Dîlmaç anî ziman ku ji bo ew şaredariyên xwe ji qeyûman û AKP’ê paş de bistînin dengek jî gelek girîng e û wiha got: “Niha şaredariyên Hezo û Heskîfê bi AKP’ê tê birêvebirin. Ji bo em van şaredariyan bi dest bixin gelek şansê me heye. Divê em ji bîr nekin ku dengek dikare hejmara şaredariyên me zêde bike. Em ji gelê xwe Batmanê bi hêvî ne ku dê her kes xwe bixe binê vî barî û ji bo paş de girtina şaredariyên xwe têbikoşe û bixebite.”