ENQERE – Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku ew ê di hilbijartinê de bi pêkanîna “Pergala Fermuar” temsîliyeta wekhev esas bigirin û got: “Hedefa me ew e feraseta şaredarîtiya jinê veguhezînin rojavayê Tirkiyeyê jî.”
HDP xwe ji bo hilbijartina herêmî ya di 31’ê Adara 2019’an de pêk were amade dike. HDP dê di çarçoveya temsîliyeta wekhev de pergala “hevserokatiyê” pêk bîne û jin dê li ser vê esasê di siyasetê de cih bigirin. Yek ji polîtîkaya HDP’ê ji partiyên cuda digire jî polîtîkaya der barê jinan de ye. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr der barê jin dê di hilbijartinê de polîtîkayek çawa bişopînin de axivî.
Taşdemîr diyar kir ku ew jinên HDP’ê xwedî mîrasa tecrûbeyek bi hêz şaredariyetê ne û got: “Tecrûbeya me cara ewil di 1999’an de bi 4 hevalên me jin dest pê kir. Di nava demê de hêza 4 jinan mezin bû û di 2014’an de bi perspektîfek mezin veguherî pergala hevserokatiyê. Modela hevserokatiya şaredariyê de di cîhanê de yekemîn me da destpêkirin. Hemû veguherînên me civakî û projeyên girîng bi destên qeyûman mudaxele hat kirin. Di heman demê de qeyûm mudaxeleyek li dijî pergala hevserokatiyê bû.”
‘DAXWAZA JINAN ARMANCA ME SEREKE YE’
Taşdemîr anî ziman ku bi mudaxeleya şaredariyan re xwestin pergala xwe li ser şaredariyên wan ava bikin û AKP bi rejîma nû re dixwaze xwe di şaredariyan de heta hetayê bicih bike. Taşdemîr da zanîn ku ew ê di hilbijartina pêş wan de wek jinên HDP’ê hemû tiştên wan nîvco mane birêxistin bikin û got: “Me wê demê têkoşînek bênavber birêve dibir. Lê mudaxele kirin û armanca wan pergala me bû. Civk diguhere, jin û daxwazên bajaran diguherin. Di serdema nû de em ê li gorî daxwaza jinan û daxwaza wan a azadiyê bi ferasetek girîng li pêş bixin. Daxwaza jinan gihîştiye qonaxek girseyî. Jin dê dîsa li her deverê cih bigirin.”
‘EM Ê FERASETA ŞAREDARÎTIYA XWE VEGUHEZÎNIN TIRKIYEYÊ JÎ’
Taşdemîr bal kişand ser polîtîkaya birêvebirina şaredariyan û wiha got: “Em ê rasterast daxwaza jinan pêşwazî bikin. Em ê rêxistinbûyîna jinan li pêş bixin. Em ê di vê çarçoveyê de şaredariyan esas bigirin. Me ji bo vê yekê du komîsyon ava kiriye. Komîsyonek li Amedê û yek jî li Enqereyê ye. Aktîf dixebitin. Hedefa me tenê ne şaredarîtiya Kurdistanê ye. Di heman demê de em ê feraseta modela şaredarîtiya xwe ya li Kurdistanê pêk tînin em ê veguhezînin rojavayê Tirkiyeyê jî. Em li eniya Tirkiyeyê jî xwedî îdiayên birêxistin kirinê ne. Komîsyonên me yek ji bo Kurdistan û yek jî ji bo eniya Tirkiyeyê xebatên xwe birêve dibe.”
DÊ ‘PERGALA FERMUARÊ’ PÊK BÎNIN
Taşdemîr destnîşan kir ku piştî namzetên xwe diyar bikin dê dakevin qadan û got: “Em ê heta 20 rojan beyannameya xwe ya jinan aşkere bikin. Em ê pergala hevserokatiyê dewam bikin. Di meclîsên şaredariyan de ji sedî 50’î dê jin bin. Em ê di meclîsên şaredariyan de ‘Pergala Fermuarê’ pêk bînin. Ev pergal hem ji bo endamtiya meclîsa giştî ya bajar û hem jî meclîsa şaredariyê derbasdar e. Em ê bi nêzîkatiya rêgezên temsîliyeta wekhev nêz bibin.”
Taşdemîr da zanîn ku tevî hemû zextan berxwedana jinan didome û di nav bernamzetên wan de ji hemû civakan bernamzet hene.
MA / Bêrîvan Altan - Dîren Yurtsever