ÎZMÎR – Li navçeyên Balçova û Karabaglar ên Îzmîrê, di serdegirtina malan de 3 kes hatin binçavkirin.
Li navçeyên Balçova û Karabaglar ên Îzmîrê, di serdegirtina malan a serê sibê de Tevfîk Kaçar, Abuzer Kilinç û Bariş Keve hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM’ê ya Îzmîrê.
Li aliyê din, hat diyar kirin dibe ku hejmara kesên bên binçakirin zêdetir bibe.