QAMIŞLO - Hevserokê TEV-DEM'ê Xerib Hiso, der barê biryara vekişîna DYA'yê ya ji Sûriyeyê nirxandin kir û got: "Em bêyî vê hêzê jî hebûn. Ji destpêka hebûna xwe em di nava berxwedanê de ne. Çanda me ya têkoşînê heye. Stratejî û hişmendiya me li ser berxwedanê hatiye avakirin'
Piştî Serokê AKP'ê û Serokkomar Recep Tayyip Erdogan gef li Bakur û Rojhilatê Sûriye xwar, Rayedarên DYA duh daxuyanî dan û destnîşan kirin ku hêza xwe ji Sûriye vedikişînin. Têkildarî biryara DYA'yê Hevserokê Tevgera Civaka Demokratik (TEV-DEM) Xerib Hiso, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nixrandin kir. Hiso, anî ziman ku ew bawer nakin ku DYA van destkeftiyên xwe bi hêsanî berde û wiha got: "Biryara DYA ku ji Sûriye derkve ne biryarek nû ye. Ev mijar berê jî hatibû niqaşkirin. Ev biryar berê hatiye niqaşkirin û amadekariya wê berê hatiye kirin. DAÎŞ bi awayekî fîzîkî bi dawî bûye, lê bandora wê hêj berdewam dikin."
Hiso, da zanîn ku daxuyaniya Qesra Sipî zêde mezin dikin û wiha berdewam kir: "Niha weki ku em bi vê hêzê hene daxuyanî tên dayîn. Em berî vê hêzê jî hebûn. û Têkoşîna me ji destpêkê de didome. Kurd berê kurd in û berê li nasname û hebûna xwe xwedî derdikevin. Bi salan e em di nava têkoşîna şoreşê de ne. Hişmendî û stratejiya me li ser çanda têkoşîn û berxwedanê hatiye avakirin. Her kes vê yekê divê baş zanibin. "
Hiso, anî ziman ku armanca daxuyaniya DYA hedefên siyasî ne û wiha bi dawî kir: "Piştî van daxuyaniyan di rojekê de vê axê bernadin û naçin. Li vir hêj polîtîkayên wê yên têxin meriyetê hene. Meseleya herî girîng Îran e. Ev biryar dikare herêmê vegerîne qada şerekî mezin û kaosê jî. DYA mezin û dûr difikire. Hesaban dike û gavan davêje. Mesele di çapemeniya navneteweyî de pir cuda tê niqaşkirin. Wekî ku dawiya cîhanê hatibe niqaş tên kirin. Li vir vîn û têkoşîna gelan heye. Berê berxwedan hebû dê dîsa berxwedan hebe. Vekişîna vê hêzê ji bo me zêde tiştekî nade guhertin. Me tu carî vîna xwe teslîm nekiriye û em tu carî vîna xwe teslîm nakin. Em li vir xwedî hêzek mezin û xurt in. Gelê herêmê li vir ne bê alternatif in. Şoreş didome.
MA / Nazîm Daştan