ENQERE - Akademîsyên Arzû Yilmaz, biryara DYA ya paşve vekişandina ji Sûriyeyê nirxand û got: “DYA polîtîkayên xwe y ên nakok ên li Sûriyeyê berdewam dike. Diyar di warê paşve vekişandinê de vînek heye, lê bernameya vê baş nehatiye kirin.”
Piştî Serokê DYA Doland Tûrmp got “Li Sûriyeyê me DAIŞ têk bir, di serdema serokatiya min de, armanca me ya li wê derê mayîn tenê ev bû” û peyama paşve vekişandina ji Sûriyeyê da, Berdevkê Qesra Spî Sarah Sanders jî ragihand ku “leşkerên DYA dest bi vekişandinê kirin.”
Akademîsyên Arzû Yilmaz, ev mijar nirxand û wiha axivî: “Ji bo ku DYA ji Sûriyeyê paşve vekişe, divê Pentagon vê yekê qebûl bike. Lê heya niha Pentagonê derbarê vê de tu daxuyanî nedane.”
‘LI GORÎ TRUMP GEREK BÛ BERÎ SALEKÊ PAŞVE VEKIŞIYAN’
Yilmaz, di dewama nirxandinên xwe de wiha got: “Ji bo vekişandina DYA ya ji Sûriyeyê, dinava Qesra Spî û Pentagonê de nerînên cuda hene. DYA ji sala 2009’an ve plan dike ku ji Rojhilata Navîn derkeve. Lê DYA cara yekemîn, li Sûriyeyê bi Kurdan re hebûna xwe ya leşkerî li wir nîşan dide û ji bo pêşeroja Sûriyeyê jî xwedî gotine. Li gel vê yekê li dijî DAIŞ’ê şerek hevpar hat meşandin û derfetên vê hatin avakirin. Di rewşek wiha de, DYA tu carî qada Sûriyeyê ji Rûsyayê re bernade. Polîtîkayên nakok ên DYA yên li Sûriyeyê didomin û yek din li vê zêde kir. Diyar di warê paşve vekişandinê de vînek heye, lê bernameya vê baş nehatiye kirin. DYA ne dikare bi Tirkiyeyê û ne jî dikare bi Sûudî Erebîstanê re bixebite. Li aliyê din jî polîtîkayek wî ya li dijî Îranê heye. Ji bo ku DYA ji Rojhilata Navîn derbikeve, pir zehmetiyan dikişîne.”
Yilmaz, diyar kir ku ger DYA ji Sûriyeyê derbikeve, ev tê wateya ku Sûriyeyê teslîmî Rûsyayê dike û wiha bilêv kir: “Ji bo ku DYA leşkerên xwe ji Sûriyeyê paşve vekişîne, ev tenê Kurdan û Sûriyeyê eleqedar nake. Êdî nakokiyên DYA yên bi Rûsyayê re pir zêde bûne. Hevpeymana nükleere ya di sala 1970’yan de kirî êdî ji holê rabûye. Ji ber vê ne mimkûne ku DYA qadê ji Rûsyayê re berde. Ger nêrînek wisan hebejî, ev dûrî aqilane. Ger Trump karibe Wezîrê Parastina DYA James Mattîs biguherîne, wê demê dê karibe tiştê ku dixwaz jî bike. Lê DYA di vê rewşê de ne tenê Sûriyeyê, li tevahiya Rojhilata Navîn dê qadek mezin ji Rûsyayê bihêle. Lê ev jî dûrî aqilane.”
‘TIRKIYE HÎNA JÎ JI BO DYA’YÊ NE MUTEFÎKEK BI EWLEYE’
Yilmaza di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bêguman ger heya niha navbera Tirkiye û DYA xweşbûya, ev ji bo DYA tê formîlek bi îdîa bûya. Lê ji sala 2012’an û vir ve di navbera DYA û Tirkiyeyê qet ne xweşe. Din ava her du dewletan de jî, hîna pirsgirêkên cîdî yên ewlekariyê hene. Di vê rewşê de li Sûriyeyê hêza herî baş a ji bo DYA Kurdin. DYA li wê derê tenê dikare xwe bi Kurdan bigire. Lê dîsan jî ger hemû kar ser Trûmp biçe, dibe rewş bê guhertin jî.”
MA / Selman Guzelyuz