AMED – Parêzerê HDP’a Amedê Osman Çelîk li dijî binçavkiriyên greva birçîbûnê darazê rexne kir û wiha bang li dozgeran kir: “Di Dadgeha Destûra Bingehîn de çalakî ne sûc e, lê hûn sûc dikin.”
Endam û rêveberên HDP’a Amedê di 12’ê kanûnê de bi boneya şikandina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 35 kes ji bo 3 rojan li avahiya HDP’a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû û di heman rojê de êvarê ji aliyê bi sedan polîsan ve hatibûn binçavkirin. 8 roj in 35 çalakger li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin. Tê payîn binçavkiriyan îro sewqî Dadgeha Amedê bên kirin.
Rêveberê HDP’a Amedê Parêzer Osman Çelîk dema dirêjkirina binçavkirina çalakgeran nirxand û darazê rexne kir.
‘ÇALAKÎ LI GORÎ RÊGEZÊN QANÛNAN E’
Çelîk da zanîn ku ji bo dewlet qanûnên bi cih bîne çalakiyên greva birçîbûnê tên lidarxistin û got: “Li Îmraliyê tecrîdek girankirî pêk tê. Di hiqûq û qanûnan de cihê vê tecrîdê nîne. Ev mirov hemû ji bo ev tecrîda li dijî hiqûq û qanûnan rabe çalakiya greva birçîbûnê li dar dixin. Ev mirov sûc nakin di heman demê de li gorî rêgezên qanûnan çalakî pêk tînin. Ev çalakî li gorî DMME û AYM’ê jî ne sûc in û biryarên van dadgehan di vî warî de heye.”
‘DOZGER SÛC DIKIN’
Çelîk destnîşan kir ku lêpirsîn û mudaxeleyên li dijî çalakiyê li dijî hiqûq in û di heman demê de jî ev mudaxeleya li dijî azadiya îfadeyê ye. Çelîk anî ziman ku dozger erka xwe bi awayek xerab pêk tînin û got: “Her çiqas hiqûq wek muameleyekê bê dîtin jî lê di esasê xwe de muameleya dozger dike li dijî hiqûqê ye. Çalakgeran mafê xwe yên azadiya raman û îfadekirinê bikar anîne. Dozger pir aşkere sûc dikin. Di bin navê ‘delîl berhevkirinê’ de dema binçavkirinê dirêj kir. Ev çalakî mafê herî demokratîk e. Dirêjkirina dema binçavkirinê bi awayek micid li dijî hiqûqê ye.”
MA / Ozgur Paksoy - Mehmet Şah Oruç