ENQERE - Li Meclîse di navbera AKP'ê û muxalefetê de mijara “bişaftinê" hat niqaşkirin. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, li meclîsê helwesta AKP'ê rexne kir û got: “Kurd rastî bişaftinê tên". Wekîlên AKP û MHP’ê jî ev yek red kirin. Parlamenterê CHP'ê Engin Altay jî diyar kir ku li dijî nasnameya kurdan pêvajoya bişaftinê pêş ket.
Niqaşên li ser butçeya 2019'an li meclisê berdewam dikin. Di niqaşên butçeyê de di navbera muxalifan û AKP'ê de mijara “bişaftinê jî hat niqaşkirin. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, dema li ser butçeya 2019'an mafê axaftinê girt, bal kişand ser polîtikayên AKP’ê yên der barê pirsgirêka kurd de. Ozguneş, polîtikayên AKP'ê yên der barê bişaftina nasnameya kurdan de rexne kir û anî ziman ku Kurd rastî bişaftinê tên. Ozguneş, da zanîn ku alerjiya AKP li dijî Kurdan heye û wiha got: "AKP dijminantiya kurdan dike. Gelên herêmê rastî polîtîkayên bişaftinê tên. Li şûna pirsgirêka Kurd bi rêya aştî û demokrasiyê çareser bibe, bêtir ewlehî û parastinê pêş dixin. Serokomar Erdogan li Almanya ji bo zimanê Tirkî got ‘Bişaftin sûcê mirovahniyê ye' Pir rast gotiye. Lê ev sûc li dijî zarokên kurdan jî tê meşandin.
AKP RED KIR
Dema Ozguneş mafê axaftinê girt û destnîşan kir ku li ser nasname û çanda kurdan polîtîkayên bişaftinê tên meşandin, parlamenterên AKP'ê ev yek red kirin. Cîgirê Serokê Koma AKP'ê Muhammet Emin Akbaşoglu, anî ziman ku ew vê tawanbariyê qebûl nakin.
PARLAMENTERÊ CHP’Ê ALTAY: BIŞAFTIN PÊŞ KET
Wekîlê Serokê Koma CHP'ê Engin Altay jî destnîşan kir ku li Tirkiye li dijî nasnameya Kurdan polîtîkayên bişaftinê pêş ket û wiha got: "Raste li Tirkiye li dijî nasname û çanda kurdan pêvajoya bişaftinê pêş ket. Em nikarin wekî leylegê serê xwe têxin bin baskê xwe. Ger ku tu li vî welatî destûr nede navê xwe bi kurdî li xwe ke, name bi kurdî binivîse û destûr nede bu kurdî strana bêje mirov dê ji krasê xwe derkeve. "
KURTULAN: NAVÊ DERSÎMÊ ÇAWA KIRIN TUNCELÎ
Wekila Seroka Koma HDP'ê Fatma Kurtulan jî anî ziman ku li dibistanan her serê sibê îşkenceya "sondxwarina xwendekaran" dixwendin û wiha got: “Her serê sibê me îşkence didît. Her serê sibê ‘Ne mutlu Turk'um diyene!’ bi me didan xwendin. Em dema êvaran diçûn malê em neçar diman ku bi dayika xwe ya yek peyv bi tirkî nizane bi tirkî bi axivin. Em bi zorê fêrî tirkî bûn. Niha jî dibêjin bişaftin tune ye. Rojnameya Azadiya Welat ku yekane bi kurdî waşenê dike hat girtin. Hêj em nikarin bi kurdi parastina xwe bikin. Em kurd ji bo hebûna xwe biparêzin em neçarin zimanê zikmakî biarêzin. Li vî welatî bişaftin heye. Mixabin niha dibêjin divê hûn qet peyva ‘Kurt’ ‘Erdnîgariya Kurd" ‘Zimanê kurdî" ‘Kurdistanê" nînin ziman. Heta dibêjin gerek hûn nebêjin Dersîm jî. Henû kes dizanin ku navê Dersîmê çawa bû Tuncelî.
Piştre di navbera parlamenterên AKP û MHP'ê de niqaş derketin.