NAVENDA NÛÇEYAN - Têkildarî daxuyaniya rêveberiya Qesra Spî ya der barê vekişandina hêzên Amerîkayê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Aldar Xelîl got: "Me tu demê hêviyên xwe bi hêzên derve ve girê nedaye."
Piştî daxuyaniya "Em eskerên xwe ji Sûriyeyê paş ve dikişînin" a Qesra Spî ya Amerîkayê, têkildarî mijarê Berpirsê Komîteya Têkiliyên Doplomasî ya TEV-DEM‘ê Aldar Xelîl ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî. Xelîl anî ziman ku wan ti carî hêviyên xwe yên serkeftina şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nespartine hêzên derve.
Hevpeyvîna Aldar Xelîl a di ANHA'yê de wiha ye: "Em di pêvajoyeke pir hesas re derbas dibin. Tê xwestin ku em vê pêvajoyê baş binêrînin. Ev demeke Erdogan gefan li tecrûbeya Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Beriya niha destek da DAIŞ'ê dema êrîşî Kobanê kir, her wiha êrîşî kantona Efrînê kir, hemû rêbazên siyasî û doplomasî bi kar anîn da ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe."
Erdogan careke din dest bi gefxwarinên xwe kir û dibêje ku wê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin. Erdogan bi van gefên xwe hewl dide destkeftiyên gelên herêmê Kurd, Ereb û Suryan derbe bikin û pergala demokratîk têk bibe.
Gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe li dijî gefxwarinên Erdogan parastina destkeftiyên xwe dikin û ji her rewşê re amade ne.
Erdogan hemû rêbazên siyasî, leşkerî û doplomasî bi kar tîne da ku planên xwe pêk bînin. Her wiha destnîşan kir mijarên niha ketiye rojevê daxuyaniya Serokê Amerîka ya der barê vekişandina hêzên Amerîkaya ji Sûrieyê ye. Me tu carî negotiye ku em bi hêzên derve re parastina xwe dikin, an jî em ê bi desteka derve şoreşa xwe bi ser bixin. Lê belê şoreşa me bi hêza xwe ya xweser û hevgirtina hemû pêkhateyên gelê herêmê heya niha berdewam e.
Çawaniya vekişandina Amerîkayê heya niha diyar nebûye. Serokê Amerîkayê Trump daxuyanî dabû ku erka wan a li dijî DAIŞ'ê bi dawî bûye û dê hêzên Amerîkayê vekişin.
Hêviyên me ne girêdayî hêzên derve, heger man dibe ku sûd ji mayîna were girtin, heger biçin jî ya girîng berxwedana gelê me ye.
Eger gel bi hemû pêkhate û saziyên xwe yên sivîl ên demokratîk ve bi awayekî demokratîk daket qadan dibe ku êrîşên Tirkiye berê ku pêk werin, bên sekinandin.
YEKÎTÎ DIKARE GEFAN BIŞKÎNE
Divê gelê me li hemû herêmên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwestên xwe li dijî gefên Tirkiyê nîşan bidin, xwe ji aliyê parastin û ewlehiyê ve xurt bikin û yekîtiya xwe di hemû waran de ava bikin. Hêza civakê ya rêxistinî, leşkerî û beravanî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikare gefên Tirkiyê bişkîne. Ev ji gelê me ne dûr e. Gel xwe bi xwe birêxistin kiriye, pîrozahiya şoreşa xwe parastiye û dê karibe destkeftiyên ku bi xwe bi xwe bi dest xistiye biparêze. Divê kes têkbirina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexe hesaba xwe, ji ber ku bi saya xwîna bi hezaran şehîdan û têkoşîna gelê herêmê pêk hatine.
ROJAVA BERHEMÊN PARÇEYÊN DIN E JÎ
Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhema gelê Kurd a li parçeyên din ên Kurdistanê û derve welat e. Çawa gelê me li Kurdistanê û derve piştgiriya Kobanê pişt re berxwedana Efrînê kir, divê piştgiriya gelê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin û li dijî gefan dakevin qadan. Her wiha em bang li hemû hêzên demokratîk û civaka navdewletî dikin ku li rex gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin."