AMED - Parlementerê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari, destnîşan kir ku rewşa Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê di asta krîtîk de ye û got: "Daxwaza hevpar a gelê kurd bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan e."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ya ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê hat destpêkirin di roja 43'yan de didome. Her wiha bi heman daxwazê li girtîgehên Tirkiye û herêmê jî girtiyên siyasî ji 27'ê Mijdarê ve di greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger de ne. Her wiha li girtîgeha Amed, Gebze, Kandira, Wan û Panosê jî 30 girtiyan di 16'ê Kanûnê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Parlementerê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari destnîşan kir ku divê demildest dawî li tecrîdkirina Ocalan bê û got: "Daxwaza hevpar a gelê kurd bidawîbûyîna tecrîda li ser Ocalan e."
Farisogûllari, bertek nîşanî bêdengiya îktîdarê ya li hemberî greva birçîbûnê da û got ev rewş rewşeke nexweş e. Farisogûllari, bilêv kir ku nêzî 20 sal in Ocalan tê tecrîdkirin û di 3 salên dawî de jî tecrîd veguheriye tecrîdeke mutleq. Farisogûllari got: "Tecrîd tenê bi Îmraliyê re ne sînrodarkirî ye. Di şexsê Birêz Ocalan de li dijî hemû destkeftiyên kurda ye." Farisogûllari, anî ziman ku Guven parlementer e û helwesta Meclîsê ya li hemberî rewşa Guvenê rexne kir.
'DAXWAZA HEVPAR E'
Farisogûllari, bilêv kir ku îtifaqa AKP-MHP'ê di ser dijberiya kurd de dixwaze pêleke şovenîzmê biafirîne. Fariogûllari, destnîşan kir ku ew der barê van geşedanan de di 22'yê Kanûnê de li Enqereyê civînekê çêbikin û ger dawî li tecrîdê neyê ew ê çalakiyên cuda li dar bixin. Farisogûllari, diyar kir ku der barê tenduristiya Ocalan de jî şik û gumanên wan hene û got: "Daxwaza hevpar a gelê kurd bidawîbûyîna tecrîda li ser Ocalan e. Heta hevdîtin bi Birêz Ocalan re neyê çêkirin wê çalakiyên me dewam bikin."
Farisogûllari bal kişand ser binçavkirina HDP'iyên destek dan çalakiya greva birçîbûnê ya Guvenê û got, ev nîşaneya tirsê ye.
Farisogûllari bang li îtifaqa AKP-MHP'ê kir û destnîşan kir ku ger daxwazêên wan pêk neyên ew ê li hemû deverên kurd lê ne çalakiyên berfirehtir li dar bixin û ji bo îtifaqa AKP-MHP'ê got: "Hêvîdar im dev ji vê helwesta xwe berdin." Farisogûllari bal kişand ser rewşa tenduristiya Guvenê jî û diyar kir ku Guven zihîf dibe, lê belê dîsa jî moralê wê baş e. Farisogûllari got: "Di rojên dawî de êdî nikare pirtûkan bixwîne. Lê dibêje ew pir aram e."
Farisogûllari diyar kir ku çalakiya Guvenê ketiye asta krîtîk û ev yek şik û gumanan li wan peyda dike. Farisogûllari, destnîşan kir ku divê gel desteke mein bidin van çalakiyan.