ANTALYA – Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê, bi rêya parêzerên endamên ÎHD'ê ragihandin ku sewqî nexweşxaneyê nayên kirin, vîtamîna B12'an nadin hevalên wan ên di greva birçîbûnê de û gardiyan gefan li wan dixwin û heqaretê li wan dikin.
Parêzerên girêdayî Nûnertiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Antalyayê, der barê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê hevdîtin bi girtiyan re çêkirin. Endamê komeleyê parêzer Ahmet Çevîk, diyar kir ku wan hevdîtin bi girtiyan re çêkiriye û girtiyan ragihandiye ku heqaret li wan tên kirin û hef li wan tên xwarin.
Parêzer Çevîk, bilêv kir ku li girtîgehê girtî ji 27'ê Mijdarê ve ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê dest bi greva birçîbûnê kirine û niha koma sêyem greva birçîbûnê ya ji bo 10 rojan dewr girtiye.
‘HÛN MAHKÛM IN, MAHKÛMIYA XWE ZANBIN!'
Çevîk, diyar kir ku li girtîgehê 5 girtiyên jin hene û herî zêde jî girtiyên jin bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin.
Çevîk, diyar kir ku Gurbet Ozturk a girtî gotiye: "Me nabin revîrê. Sewqên me yên nexweşxaneyê bi derengî tên xistin. Hevala me Leyla Sarûhanoglû nexweş e. Her wiha diranê wê jî diêşin. Ava germ nadin û kalorîferan pê naxin. Vîtamîna B12'an, ava fêkiyan nadin hevalên me yên di greva birçîbûnê de. Nameyên me û çaya me ya hacîreyê desteser kirin. Dozên dîsîplînê li me vekirin. Sergardiyana gef li me xwarin û got 'Hûn min adiz dikin. Hedê xwe zanibin. Hûn mahkûm in, hay ji mahkûmiya xwe hebin. Hûn kî ne, ehmeqên ehmeq.' Her wiha hin pirtûkên me jî bi hinceta qedexe ne nadin me."
Çevîk got: "Li girtîgehê herî zêde girtiyên jin bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin. Ava germ nadin wan. Hewa sar e, lê kalorîferan pê naxin. Dema serdanê tê kutkirin. Girtiyên nexweş nayên tedawîkirin. Girtiyên nexweş sewqî enxweşxaneyê nayên kirin û wan nabin revîrê. Leyla Sarûhanoglû ji guh, poz û qirika xwe nexweş e û hestiyê pişta wê xwar e. Lê nayê sewqkirin û nayê tedawîkirin. Netedawîkirina girtiyên nexweş binpêkirina maf e. Divê demildest bên tedawîkirin."