ÎZMÎR – Li Îzmîrê Dilbirîn Sadik ê ji Kobaniyê, ji ber hatibû derbkirin çûbû qereqolê lê belê li qereqol polîsan ji ber wêneyên di telefona wî de ew bi "propagandaya rêxistinê" tawanbar kiribûn. Her çend Sadik beraat kir, lê belê dîsa jî der barê wî de biryara dersînorkirinê hat dayîn.
Dilbirîn Sadik ê ji Kobaniyê ku tevî malbata xwe 7 sal in li navçeya Torbali ya Îzmîrê dijî, li dikanekê ew û yekî ketibûn qirika hev û hatibû derbkirin. Li ser vê Sadik çûbû qereqolê û giliyê kesên ew derb kirin kiribû. Lê belê li qereqolê polîsan li telefona Sadik nêrîbû û ji ber wêneyên di telefonê de ew bi "propagandaya rêxistinê" tawanbar kiribûn. Ji ber vê li Dadgeha Cezayê Giran a 14'an a Îzmîrê der barê Sadik de doz hatibû vekirin û piştî demekê biryara beraatkirina wî hatibû dayîn.
Lê belê wexta Sadiq ji bo nasnameya xwe çû Îdareya Koçberiyê hat binçavkirin û ew şandinê Navenda Paşveşandinê ya Harmandaliyê. Parêzer biryara dadgehê berpêş kir, lê belê Walîtiya Îzmîrê di 8'ê Mijdarê de der barê wî de biryara "dersînorkirinê" da.
Bav Muhammed Sadik ku tevî hevjîna xwe û yek jê berasteng 7 zarokên xwe li Îzmîrê dijî, anî ziman ku ji ber ew bi ziman nizanin xweşikî nikarin biçin nexweşxaneyê jî. Sadik, da zanîn ku ew ji gurçikên xwe emeliyat bûye û ji ber vê kurê wî Dilbirîn debara wan dikir. Bav Sadik, destnîşan kir ku ji roja ku kurê wî birina Navenda Paşveşandinê ew bi pereyê keça xwe ya 17 salî ya li nav erdan dixebite debara xwe dikin, lê belê roj heye êzingên wan tune ne pê sobê jî dadin.
Bav, Sadik xwest kurê wî bê berdan.
Parêzer Meral Kaban jî, wan îtirazî biryara "dersînorkirin" û "çavdêriya îdarî" kiriye, lê belê hîn jî bersiva nehatiye dayîn. Kaban, bilêv kir ku ji ber vê malbat mexdûr bûye û piştî vê bûyerê mecbûr maye mala xwe bibin taxeke din. Kaban got: "Ev hemû ji ber nêzîkatiyên nîjadperest rû didin. Derdoreke tim ji şer direve û mexdûrê şer e heye û mixabin ev nifş bi nifş didome. Bi rastî jî malbat nizane wê çi bike."