AMED - Li Amedê Komeleya Ciwanan û Guherînê, ji bo xwendekarên dibistana seretayî û navîn kampanyaya "Pirtûkek, Jiyanek" da destpêkirin.
Li Amedê Komeleya Ciwanan û Guherînê ku armanca wê ew e ciwan û jin bi awayekî aktîf di nav rêveberiya bajêr de cih bigirin û pirsgirêkên ciwan û jinan çareser bikin, ji bo xwendekarên dibistana seretayî û navîn kampanyaya "Pirtûkek, Jiyanek" da destpêkirin. Komele dixwaze ji bo dibistanên gundan pirtûkxaneyan çêbike.
18 PIRTÛKXANE ÇÊKIRIN
Kampanyaya ewil di sala 2007'an de bi piştevanya Şaredariya Mezin a Amedê de ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Konseya Bajêr ve hatibû destpêkirin û paşê ev yek bi piştevaniya Komeleya Ciwanan û Guherînê dewam kir. Heta niha komeleyê li 18 dibistanên li navenda bajêr û navçeyên wê 18 pirtûkxaneyê çêkirine û niha jî hewl dide pirtûkxaneya 19'an çêbike. Komeleyê heta niha zêdetirî 2 hezar pirtûk kom kirine. Ji bo kampanyayê ji xwendekarên Zanîngeha Kocaeliyê hetanî weşanxaneyên li Stenbolê gelek kes û sazî pirtûk şandine.
Koordînatora kampanyayê Rezzan Çîm, bi bîr xist berê jî wan kampanyaya pirtûkan çêkiribû û got: "Me dît ku hîn jî pêdivî heye. Çimkî li hin dibistanan pirtûkên heyî pir kevn in û li hinan jî pirtûkxane tune ne. Me jî ji bo pêşerojeke ronahiyî ji bo zarokan kampanyayeke wisa da destpêkirin." Çîm, da zanîn ku gelek zarok hene pirtûkên wan tune ne û ji bo xwendinê nikarin pirtûkan peyda bikin. Çîm, bilêv kir ku li ser medyaya civakî gelek kes xwe digihînin wan û got: "Li komeleya me hevalên me yên bi dildarî dixebitin û karê pritûkxaneyan dikin hene. Ew dikarin xwe bigihînin pirtûkxaneyên li Tirkiyeyê. Mesela bi rêya wan ji Zanîngeha Kocaeliyê pirtûk hatin. Her wiha bi awayekî şexsî jî gelek kesan pirtûk şandin."
'EM Ê EWILÎ LI SÛRÊ DEST PÊ BIKIN'
Çîm, destnîşan kir ku li gelek dibistanan pirtûkên heyî kevn bûne an jî ne rojane ne. Çîm diyar kir ku pêdiviya zarokan bi pirtûkan heye û got: "Em ê ewilî li Sûrê pirtûkan belav bikin û paşê biçin gundan. Ger dibistanên pirtûkxaneyên wan tune bin, kesên eleqedar dikarin hayê me pê bixin."
Çîm, bang li her kesî kir ku ji bo asta zarokên dibistana seretayî û navîn pirtûkan bişînin, da ew jî li bi zarokan re parve bikin.
Her wiha kesên dixwazin pirtûkan bişînin bi rêya van hesaban dikarin xwe bigihînin komeleyê:
Twitter: @1kitap1hayat1
Instagram: 1kitap1hayattt
Mail: 1hayat1kitap@gmail.com