MÊRSÎN – Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan, Ahmet Çamsari wekî rektorê tayînî Zanîngeha Mêrsînê kir. Akademîsyen Atîlla Guney ê bi KHK'ê hat îxrackirin bertek nîşanî vê yekê da û got: "Qeyûm çi be, rektorê li Zanîngeha Mêrsînê jî ew e."
Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan, bêyî hilbijartin bê çêkirin Ahmet Çamsari kir rektorê Zanîngeha Mêrsînê. Akademîsyen Atîlla Guney ê bi KHK'ê hat îxrackirin bertek nîşanî vê yekê da û got: "Qeyûm çi be, rektorê li Zanîngeha Mêrsînê jî ew e."
‘NE REKTOR, DÎREKTOR E'
Prof. Dr. Guney, destnîşan kir ku rêveberên dewletê ji ber muxalefeta potansiyel a zanîngehan, dixwazin tim zanîngehan têxin bin kontrola xwe û li gorî vê polîtîkayan çêdikin. Guney, diyar kir ku bicihkirina rektor jî ji ber vê ye û got: "Ev pêkanîn piştî darbeya 12'ê Îlonê bi avakirina YOK'ê hat avakirin. Beriya dema rektor ji aliyê reîs ve bên tayînkirin, wekî hilbijartinek hebe dihat kirin. Jixwe rêza dengan a namzetan ji aliyê YOK'ê ve dihat guherandin û serokomar dikaribû kesê dengên herî kêm stendibe jî tayîn bike. Lê niha em bi cambaziya vî awayî re rû bi rû mane. Bi vî awayî tayînkirina rektor, tê wateya reîs zanîngehê ji bo xwe vediguherîne ofîsekê û rektor jî nivîsgeha taybet a reîs in. Ev patronajî ye. A rast divê ji bo ên tên tayînkirin rektor neyê gotin, divê dîrektor bê gotin. Êdî em bi rektorên ku ji dêvla wêneyên hevjîna wî, dildara wî û zarokên wî li ser masê bin, wêneyên resî lê ne re rû bi rû ne."
‘QEYÛM'
Guney, destnîşan kir ku tayînkirina rektor tê wateya mudaxileyeke polîtîk a li hemberî zanîngehan û got: "Rastî ev e; êdî li zanîngehan zansit ne pêkan e, zanîngeh veguherîne cihê îhaleyan, oldariya îstihdamê, parvekirina rantê. Rektor jî veguherî midûrên ku li ser navê îktîdarê van karan dike. Qeyûmên tayînî şaredariya hatin kirin çi bin, rektorên tên tayînkirin jî heman tişt in."
Alîgira Doçent Esra Erguzeloglû Kîlîm a ji Zanîngeha Mêrsînê hat îxrackirin jî, diyar kir ku raya giştî nehatiye serwextkirin ku ev tayînkirin bi çi awayî hatiye kirin. Kîlîm, bilêv kir ku ew nizanin ev yek çawa pêk hatiye û got: "Di nav serlêdanan de rêz çawa hat çêkirin, em nizanin. Yanî êdî ew pergala hilbijartinê li paş ma. Bi KHK'yên hatin derxistin usûla ku rektor ji aliyê hîndekaran ve bê hilbijartin ji holê har rakirin."
Kîlîm, anî ziman ku bi KHK'ya jimare 703'yan a di 2018'an de hat derxistin êdî ji bo tayînkirina rektoran, usûla serlîdana nêrîna YOK'ê jî ji holê hat rakirin û got: "Bi vê biryarnameyê gelek erkên YOK'ê ji holê hatin rakirin û bi Serokomartiyê ve hatin girêdan. Paşê jî rêveberiya zanîngehê bi temamî bi serokomartiya partiyî ve hat girêdan. Saziyeke ku di warê rêveberiyê û darayî de pêgirtiyê derekê me nexweser e, girêdayî fermana ye. Di pergala niha de rewşa leşkeriyê çi be ya zanîngehan jî wisa bûye."
MA / Ergîn Çaglar