MÊRSÎN – Serokê Odeya Bijîşkên Mêrsînê Mehmet Antmen, anî ziman ku ji bo Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê ji sedî 70 tije bibe nexweşên li nexweşxaneyên din sewqî Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê tên kirin. Antmen got, bi vê yekê mafê xwegihandina tenduristiyê ya welatiyan tê binpêkirin.
Bi Tevkariya Taybet a Cemaweriyê 6 nexweşxaneyên bajêr hatin vekirin. Dewlet, mîsogeriya ji sedî 70'ê tijebûna van nexweşxaneyan dide şîrketên ku van nexweşxaneyan bi rê ve dibe. Ji ber vê yekê li Mêrsînê li gelek nexweşxaneyên din hin beş hatin girtin û bi vî awayî berê nexweşan didin Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê. Serokê Odeya Bijîşkan a Mêrsînê Mehmet Antmen, destnîşan kir ku bi vê yekê jiyana mirovan tune tê hesibandin.
'BERÊ NEXWEŞAN DIDIN NEXWEŞXANEYA BAJÊR'
Antmen, bilêv kir ku armanca sereke ya çêkirina nexweşxaneyên bajêr ew e, pereyan veguhêzînin şîrketên taşeron. Antmen, da zanîn ku di şert û mercên asayî de ne mimkun e ji sedî 70'yê vê nexweşxaneyê tije bibe. Antmen, dîsa da zanîn ku Wezareta Tenduristiyê li gelek nexweşxaneyên navenda Mêrsînê nobeta trvamayê ya lezgîn nade girtin û got: "Bi vê rêbazê nexweşan vediguhêzînin Nexweşxaneya Bajêr. Mînak li hin nexweşxaneyên cemaweriyê yên li navendê di beşên dil û sîngê de nobeta lezgîn nayê girtin. Kesên di vî warî de rewşa wan lezgîn be wan bi ambulansan sewqî nexweşxaneya bajêr dikin. Yanî piraniya nexweşên rewşa wan dirêj dişînin vê nexweşxaneyê. Her wiha li Nexweşxaneya dewletê ya Torosê beşên alîgir ên Dahîliyeyê hema bêje tune ne. Mînak; pisporên Gastroenterolojî, Onkolojî, Endokrînolojî û Îmmunolojiyê tune ne. Yanî hemû bar li nexweşxaneyên bajêr hatine barkirin."
‘MAFÊ TENDURISTIYÊ TÊ ASTENGKIRIN'
Antmen, destnîşan kir ku bi vî awayî mafê xwegihandina tenduristiyê ya welatiyan tê astengkirin û got: "Yanî ji bo mafê tenduristiyê yê gel bê astengkirin çi ji destê wan tê dikin. Yê zehmetiyê dikişîne jî gel e."
Antmen, destnîşan kir ku AKP di demên dawî de bi pêkanînên xwe yên di warê tenduristiyê de, tenduristî kiriye nav piyaseyê û got, divê demildest dev ji vê yekê bê berdan.
MA / Ergîn Çaglar